Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG)’ê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 37. Salvegera Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rêberê Gelê Kurt Abdullah Ocaln, tevahiya gelê Kurt û li hemû hevrêyên partiyê pîroz kir.

Di daxuyaniya de bal li ser rastiya PKK’ê hate kişandin û wiha hate gotin “Rastiya PKK’ê rastiya şehîdan e. Yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê anîn van rojan şehîdên me yên nemirin” 

NPG’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di mezinbûna PKK’ê de rola jînê gelek mezin e û wiha hate gotin; “Îro ser esasê ruhê Zîlanên Fermandar bi hezaran jinên Kurdistanî di vî şerê azadiyê de roleke pêşengtî dilîze. Asta partîbûna wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan PAJK’ê jî asta şoreşa Kurdistanê nîşan dide.”


‘PKK’ê hatiye asta pêşengiyê’

Di daxuyaniye li ser têkoşîna gelê Kurt ku li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kûrdistanê û Rojavayê Kurdsitanê dede meşandin, hate kişandin û hate diyar kirin ku PKK’ê bi derbaskirina rêxistinek klasîk hatiye asteke hêza pêşeng ya ku bi ruh, felsefe û sekna jiyanê ya di cewherê îdeolojiya wê de pergalê ava dike. 

NPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihan ku ew wekî Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê di xeta Rêberê Gelê Kurt Abdullah Ocalan de serbikevin û wiha domand: “38. sala Partiya me, em ê bi awayekî hê xurttir xwe nû bikin û xwe bi azadiya Rêber Apo û gelê xwe re bikin yek pêşwazî bikin.”

Di daxuayniye de hate gotin ku ew vekî Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) xwe li ser esasê rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan partîbûn û leşkerbûyinê teqez bi ser bixin û ewê ji pêvajoyê re bibin bersiv.

NPG wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di sala têkoşîna me ya 38'mîn de em diyar dikin ku di rêya pêşxistina armancên partiya me PKK’ê de wek neferên azadiyê bi tevahî hêza xwe erkên xwe bi cih bînin, di meşa serketinê ya herî bi şan a dîrokê de em careke din salvegera partiya  gelê xwe û tevahî hevrêyên li ber xwe didin pîroz dikin, di sala têkoşînê ya 38. de em serketinên mezin dixwazin.”

 

 ANF/ BEHDÎNAN




'PKK bûye awaza milyonan' 


Li Bakûrê Kurdistanê navçeya Cizîrê û li Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê, 37'emîn Salvegera Damezrandina PKK'ê hate pîroz kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêr evarê welatiyan bi lêdana erbaneyan li nava Taxa Yafesê meşek li dar xistin û heta Qada Ş. Sînan civiyan. Welatiyan heta derengî şevê govend girtin û ciwanên taxê jî bi deqeyan fîşekên hewayî teqandin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Bajêr Mehmet Tunç axivî û got "PKK bi 6 ciwanan dest pê kiriye û ye niha bûye awaza milyonan."

Welatiyên li Taxa Nurê jî li qada Ş. Dijwar kom bûn û heta derengê şevê govend û dîlan gerandin. Welatiyên dem dem dirûşma "PKK gel e gel li vir e" diavêtin, li ber stranên hunermendên NÇM'ê heta derengî şevê pîrozbahî kirin. Li vir jî Hevseroka Meclîsa Gel a Bajêr Asya Yuksel got ku PKK'ê zilma li ser jinê bi dawî kiriye û wiha axivî: "PKK tevgera jinê ye. Cara yekemin ku jinên kurd xwe di PKK'ê de rêxistin kir". 


Kobanê PKK silav kir

Li Kobanê, Saziya Malbatên Şehîdên li avahiya xwe pêr bi bernameyekê 37’emîn salvegera damezrandina PKK pîroz kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Hedlê Hesen, Endamê TEV-DEM’ê ya Kobanê Mistefa Eto û endamên Saziya Malbatên Şehîdan tevlî bernameyê bûn. 

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Gel Hedle Hesen axivî kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û 27’ê Mijdarê li hemû gelê Kobanê pîroz kir. Endamê TEV-DEM’ê ya Kobanê Mistefa Eto jî, bal kişand ser dîroka PKK’ê û got eger îro bala hemû cîhan bi taybetî li ser Kobanê û tevahiya Rojava ye, ev di encama têkoşîna azadiyê de pêş ketiye. Endamê Saziya Malbatên Şehîdên Hemza Kobanê jî, derbarê avabûna PKK'ê de ev tişt gotin: “PKK ji bo gelê Kurd mîladeke, lewra beriya PKK’ê kes nikaribû qala kurdbûnê bike, lewra îro tu kutbên cîhanê Emerîka û Rusya ji bo bi gelê Kurd re tev bigire nava hewildanan de ne. Em wek e gelê Kurd di merheleyekî herî jor de ne.”




‘PKK’ê hêviya jinên Şengalê pêk tîne’


Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê (MJÊŞ) û Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê jî daxuyanî weşandin û 37’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê di daxuyaniya xwe de ragihand ku PKK'ê li dijî paşverûtî û kevneşopiyan pergaleke têkoşîn ye. Meclîsê di da xuya kirin ku PKK'ê li qunatarên Çiyayê Şengalê hêviya jinên Şengalê pêk tîne.


‘PKK’ê Êzîdî ji nav lepa xilas kir’

Meclîsa Êzidiyan a Şengalê ji da zanîn ku PKK'ê bi têkoşîn û bi hezaran şehîdên xwe re, ji mirovahiyê, azadî û wekheviyê re xizmet kiriye. Di daxuyaniya Meclîsê de wiha hat gotin, "Şitla ku beriya bi dehan salan hat çandin û bi xwîna şehîdan hat avdan, îro mezin bûye û berheman diafirîne. Vê têkoşînê, mirovahî ji pêkanînên hov ên kapîtalîzmê parastiye û ev yek îspat kiriye.” 

Meclîsê di daxuyaniya xwe de bal kişan ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku “PKK’ê Êzîdî ji 8'ê Tebaxa 2014'an û vir ve ji nava lepên mirinê yên DAIŞ'ê rizgar kirine."

Daxuyani bî vî rengî bî dawî bû: "Bi vê wesîleyê, ji ber têkoşîna ewçend hêja û bi rûmet, em Rêberê Abdullah Ocalan ê ku sembola mirovahiyê ye û rêveberiya PKK'ê pîroz dikin, hemû mehkûmên azadiyê yên li zîndanan ji bo azadiyê li ber xwe didin, silav dikin. Em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi hezaran caran silav dikin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN