Kurdên li Ewrûpayê bi çalakiyan salvegera damezrandina PKK´ê pîroz dikin. Di daxuyaniyên cihê yên sazî û partiyên Kurdan de hat gotin, ew ê 41 saliya PKK´ê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê bikin hincet.
Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê ji aliyê KUrdistaniyên li Ewrûpayê nexasim jî li Elmanya û Fransayê bi çalakiyên cihê hat pîrozkirin. Di van çalakiyan de peyama derket pê ew bû ku PKK ji bo gelê Kurd, mîladek ya rastî vejînek e.
ELMANYA
Li bajarê Stûttgartê damezrandina PKK’ê bi şevekê hat pîrozkirin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiyê bûn. Beşdaran li ber stranên gelek hunermendan govend gerand.
Kurdistaniyên li bajarê Giessenê jî şeva Cejna Vejînê û Piştgiriya Efrînê li dar xist. Nêzî hezar kesî beşdarî şevê bûn. Di peyaman de qedexeya li dijî PKK’ê hat şermezarkirin.
Cejna Vejînê li bajarê Bremenê jî hate pîrozkirin. Endamên TEV-ÇAND´a Bremenê, Koma Agirê Rojava, Koma Zarokên Aram Tîgran, Bulent Tûran, Binevş, Suleyman Rengîn, Jiyan Arjîn, Îbo Qamişlo derketin ser dikê. Di şevê de piştgiriya kampanya TJK-E’yê hate kirin.
Pîrozbahiya li Nurnbergê, Klîngenhofstrasse pêk hat û li ser dîroka PKK’ê sînevîzyon hate nîşandan. Di şahiyê de banga xurtkirina çalakiya Leyla Guven hat kirin.
Salvegera PKK’ê li bajarê Mannheimê ya Elmanyayê jî hate pîrozkirin. Bi navê KCDK-E, TJK-E, û gelek saziyan peyam hatin dayîn. Paşê, sînevîzyon hate nîşandan û helbest hatin xwendin.
Pîrozbahiya li bajarê Halle ya NRW´ê jî bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Bielefeld, Paderborn, Herford, Gutersloh û Detmoldê pêk hat. Siyasetvanê Kurd Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku dagirker dixwazin nirxên bi berdêl û kedeke mezin hatine afirandin, tine bikin.
FRANSA
Pîrozbahiya li bajarê Marsîlyayê, bi beşdariya bi sedan kesî li salona Arena pêk hat. Li ser navê jin û ciwanan peyam hatin xwendin. Peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî ji sînevîzyonê hate nîşandan. Paşê Koroya TEV-ÇAND’ê ya Marsîlyayê derkete ser dikê.
Şahiya li bajarê Bordeauxê jî bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat û bi stranên Koma Stêrk dest pê kir. Piştre Songul Pak, Hozan Comert û Hozan Menal derketin ser dikê û sînevîzyona Tevgera Ciwanên Şoreşger hate nîşandan.
YEWNANISTAN
Salvegera PKK’ê li bajarê Lavrio yê Yewnanistanê jî bi şahiyekê hate pîrozkirin. Endamên tevgerên çep ên Tirkiyeyî, komên anarşîst ên Yewnan û dostên gelê Kurd tevlî pîrozbahiyê bûn. Nûnerên Navenda Çanda Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger meclîsa Atînayê, PYD, MKP, DKP, TKPML, BOG, MLKP û gelek saziyên Yewnan li pîrozbahiyê axivîn û sersala PKK´ê pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN