ZAHÊR İBRAHİ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hema bêje her roj dewleta Tirk gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Her wiha dewleta Tirk bi dehan kîlometre derbazî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye. Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê jî li dijî dagirkeriyê bêdeng in.
Ev tenê hincetek e
Herêma Balekayetî yek ji wan herêman e ku rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê bombebaran. Li ser vê yekê parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên herêma Balekayetî peyivîn.
Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê fraksiyona Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Loqman Werdî li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî û got: “Ev çend sale artêşa Tirk bi hinceta PKK’ê, êrîşên xwe yên bejayî û hewayî yên dinava xaka Başûrê Kurdistanê de berfireh kiriye. Lê di bingeh de ev tenê hincetek e, armanca sereke ya dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê ye. Ez ê bi hevalên xwere, ji bo ku parlamento helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bigre, bixebitim. Divê ev êrîş bibin mijarek sereke ya parlamentoyê û nabe parlamento li dijî van êrîşane bêdeng bimêne. Yan jî nabe tenê bi rêya daxuyaniyek xwe ji vê yekê rizgar bike. Pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê ne tenê PKK’ê sucdar bike, divê bê gotin ku dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistan bombebaran dike û di encama van êrîşane de jî welatî şehîd dikevin.
Divê dewleta Tirk vegera ser rêya danustandinan û vê mijarê bi aştiyane çareser bike. Ji ber ku êrîş dengê gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê bêdeng nake.”
Rêzê li serweriya xaka Kurdistanê bigrin!
Li ser heman mijarê parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Weysî jî got: “Em binpêkirina xaka Kurdistanê ji aliyê her welatek ve bê kirin şermezar dikin. Em bang dikin da ku welat rêzê li serweriya xaka Kurdistanê bigrin û serweriya herêmê derbaz nekin. Em daxwaz ji PKK’ê û Tirkiyeyê jî dikin da ku kar ji bo vegera aştiyê bikin. Di şer û aloziyan de welatî dibin qurbanî, ji bo vê daxwazên xelkên zerera wan çêbûyîn rewane û dicihê xwe de ye. Lê pêwîste ew welatê ku ziyanê dane malê welatiyan, tezmînata wê ziyanê bidin.”
Bi qest bombebaran dike
Parlamenterek din a YNK’ê Hejan Hesen Kiwêstanî ya herêma Balekayetî nerazîbuna xwe li dijî bombebaran dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr anî ziman û got: “Mixabin dewleta Tirk bi qest gund û herêma Kurdistanê bombebaran dike. Ev jî dibe sedemê mirina welatiyan, talana gund û baxçeyê welatiyan. Hêceta Tirkiyeyê ya ji bo bombebaran kirina xaka Başûrê Kurdistanê ne raste.
Em ê wek parlamenter, li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bixebitin da ku em zextê bixin ser welatên ku xaka Herêma Kurdistanê binpê dikin. Divê Hikumeta Herêma Kurdistan û parlamento kar ji bo rê girtina êrîşan bikin û tazmînata kesên ku zerer dîtin bidin. Ji ber ku di salên dawî de gelek zerer çêbûye û hinek gund jî hatine vale kirin. Herwiha ziyanek mezin a madî ji bo welatiyan çêbûye.”