PKK: Em bidawîkirina êşkence û tecrîda li Îmraliyê, têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo, li her warê têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bikin navend û me biryar daye ku li ser armanca ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ kampanyayekê bimeşînin.

Tevî êrişên giran ên dewleta Tirk, Komîteya Navendî ya  PKK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist. Komîteyê li ser erk û wezîfeyên xwe yên sala nû plansaziyek amade kir.

Komîteya Navendî ya PKK’ê encamên civînê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Li ser encam û biryarên civinê îşaret bi van xalan tê kirin; “Civîna me têkoşîna qehremanî ya di sala çilemîn a PKK’ê de li ser bingeha xeta partiyê ji hemû aliyan ve nirxandiye. Di civînê de dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Efrînê û êrişên wê yên li dijî Lêlikan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Bakurê Kurdistanê, encamên berxwedana li dijî van êrişan hatine nirxandin û girîngiya wê ya ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn jî hatiye diyarkirin.

 

Bidawîkirina êşkenceyê erkê me ye

Der barê êşkenceya li Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev biryar hatine standin, “Bidawîkirina êşkence û tecrîda li Îmraliyê, têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo, PKK wê li her warê têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bike navend û biryar daye ku li ser armanca ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ kampanyayekê bimeşîne.

 

Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê

Civîna Komîteya Navendî ya PKK´ê li ser van armancan bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê dike ku berxwedana hevpar a li dijî faşîzmê li hemû bereyan xurt bike û vê pêvajoyê bike berxwedana li dijî faşîzmê û faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne.

 

Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê

PKK´ê bang li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wê yên azadiyê dike, bi serketina Berxwedana Serdemê, dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê bişkînin û Efrînê azad bikin. Li ser bingeha rasteqîniya şerê gel bi avakirina pergala xwe ya demokratîk li dijî her cûre êrişan ji bo berevaniya li Şoreşa Azadiyê hazir bin û li ser vê bingehê bi rengê çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

 

Başûrê Kurdistanê

PKK bang li gelê  Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên azadiyê dike ku nokeriya hevkar zêdetir teşhîr bikin û li dijî dagirkeriya faşîst a Dewleta Tirk bi xurtkirina berxwedana azadiyê, zêdetir berevaniyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin û bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibin.

 

Rojhilatê Kurdistanê

PKK bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî dike ku rêxistiniya xwe bike, faşîzmê têk bibe û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bigihije şertên jiyan û xebata azad, destekê bide kampanyayê.

 

Gelê li derveyî welêt

PKK bang li gelê Ewrûpayê û li derveyî welêt dike ku xwedî li têkoşîna şikandina faşîzmê û jiyan û xebata azad a  Rêber Abdullah Ocalan derkeve û bi çalakiyên rengîn têbikoşe.”

Daxuyaniya Komîteya navendî a PKK´ê wiha bi dawî dibe, “Li ser bingehê biryar û encamên civîna me divê gelê me bi rengekî hazirtir û bi îdîa dikeve sala Berxwedan û Serfiraziyê ya sala 41’an. Îsal ji her demê zêdetir wê şerekî dijwar were kirin û serketineke mezin bi dest ve bê anîn. Li ser vê bingehê, di salvgera 26’an a şehadeta wê de, em Hevrê Bêrîtan û di şexsê wê de hemû şehîdên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînin.”

 

 ANF/BEHDÎNAN