Parlemanterê YNK'ê yê Iraqê Ferhad Kadî derbarê dagirkeriya leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê de axivî û got "Sala 1983'an di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, ji bo parastina ewlekariya sînorên Tirkiykeyê peyman hatibû morkirin ku dewleta Tirk bi qasî 20 kîlometreyan bikeve nava xaka Iraqê. Lê belê hikûmeta Iraqê ya piştî sala 2003'an hat avakirin, van peymanan nelê dibîne.  

Parlemanter Ferhad Kadî bi bîr xist ku Parlemana Iraqê sala 2009'an biryarek stendibû ku hemû hêzên biyanî yên li nava xaka Iraqê bên derxistin û wiha pêda çû: “Iraq qebûl nake ku hin dewlet ji  bo berjewendiyên xwe li nava xaka Iraqê bin."


‘Xewna Tirkiyeyê wê pêk neyê’

Ferhad Kadî bi bîr xist ku heta niha dewleta Tirk ti carî alîkarî nedaye Iraqê û Kurdan û got “Eger armanca dewleta Tirk bi rastî jî şerê li dijî DAIŞ'ê bûya, wê ji roja destpêkê ve bihata. Niha li herêmê guhertinên cidî rû didin û dewleta Tirk jî dixwaze bi sûdwergirtina ji vê pêvajoyê re li serdema Osmaniyan vegere. Lewma xewna Mûsil û Kerkûkê dibîne. Lê belê dixwazim bibêjim ku ev xewn wê nebin rastî."


‘Iraqê spasiyên xwe pêşkêşî PKK'ê kir’

Parlemanter Ferhad Kadî diyar kir ku ew weke Yekitiya Niştîmanê Kurdistanê (YNK), PKK’ê weke rêxistineke terorîst nabînin û got “Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li Parlamenta Iraqê bi awayekî vekirî spasiyên xwe pêşkêşî PKK'ê kir. Destnîşan kir ku PKK ne rêxistineke terorê ye, bileks tevgereke li dijî terorîzmê şer dike ye. Rêxistina terorê DAIŞ bi xwe ye. PKK'ê di têkoşîna xwe ya li dijî vê rêxistina terorê de gelek şehîd da."

Ferhad Kadî bibîr xist ku weke koma YNK'ê wan ji hikûmeta Iraqê xwestine ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne û got, "Me xwest ku PKK li xaka Iraqê bixebite. PKK ji bo mafên herî rewa yên gelekî têdikoşe. PKK li dijî terorîzmê şer dike. Hemû gelan li hemberî terorê diparêze.”


‘Tirkiyê rasti berxwedanê tê’

Parlemanter Ferhad Kadî bal kişan ser berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê ku li dijî dewleta Tirk dide meşandin û got: “Dewleta Tirk ji bo planên xwe bi cih bîne êrîşî Kurdan dike û li dijî Kurdan qetliyaman pêk tîne. Erîşên ku dewleta Trik li dijî Kurdan pêk tînîne rastî berxwedane tê.

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhad Kadî da xuyakirin ku hemû şoreşên li cîhanê astên bi vî rengî zehmet derbas kirine, rewşa Kurdan jî bi heman rengî ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Lê belê ji ber ku dewleta Tirk ditirse ev şoreş wê dawî lê bîne, ji bo tesfiyekirina şoreşê êrîşî Kurdan dike. Bi vê xewn, xeyal û hesaban, Rêber Apo dîlgirtibûn. Lê belê Rêber Apo piştî dîlgirtinê jî pêşengî ji şoreşê re kir û têkoşîna gelê Kurd mezintir kir. Li hemberî vê rewşê, tecrîdkirina Rêber Apo şidandin û hînê jî ev tecrîd dewam dike. Tevî vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî gel zêde kirin. Lê belê ev yek, ji gelê Kurd bêhtir wê zerarê bide wan. Ji ber ku em dizanin Seddam jî heman tişt li Kurdan kir û ev yek bû dawiya Seddam."


DÎREN ROJ/ANF/SILÊMANIYE 




Plana li ser Mûsilê têk çû


Plana dewleta Tirk a li ser herêma Başîka ya Mûsilê têk çû. 

Wezareta Karên Derve ya Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku leşkerên sewqî herêma Başîka ya Mûsilê kirî, wê bên vekişandin.

Di daxuayniya Wezareta Karên Derve ya Tirk de ’Krîza Mûsilê' ya bi Bexdayê re rû da, weke 'pirsgirêka ragihandinê' hat nirxandin û hat gotin li dijî DAIŞ'ê ew amade ne 'bi hev re' bixebitin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, di serdana 11'ê Kanûnê ya li Bosna Herkesê de, li ser hebûna leşkerên Tirk a li Mûsilê gotibû, "Li ser daxwazê em çûn, em venakişin."

Lê belê piştî axaftina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Serokê DYA Obama de, Tirkiye neçar ma ji ya xwe were xwarê. Çend rojan piştî gotina 'em venakişin' a Erdogan, Wezareta Karên Derve ya Tirkiykeyê diyar kir ku leşker wê ji kampa Başîka werin vekişandin.

Beşek ji leşkerên sewqî Başîka hatibûn kirin, 14 û 15'ê Kanûnê vekişiyabûn hin baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Ji ber ku PDK'ê destek dabû plana Tirkiyeyê ya li ser Mûsilê, gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dabû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN