
Jinên Ciwan ên Têkoşer bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Silêmanî balonên agirî firandin.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, 39’emîn salvegera damezrandina PKK´ê bi bilindkirina balonên êgir doh li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmanî pîroz kir.
Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Hêlîn Serwer got; “Bi bilindkirina van balonan me xwest ji hemû cîhanê re ragihînin ku PKK li her derî heye.”
‘PKK bi xwe jiyan e’
Endamek din, Mîtra Xalîd jî li ser heman çalakiyê got; “Bi bilindkirina van balona me xwest ragihînin ku heta jiyan hebe wê PKK hebe û her heye. Ji ber ku PKK bi xwe jiyan e. Ez ji gelê Kurd û ciwanan re dibêjin ku tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin. Li hemberî zilm û tecrîdkirina Rêber Ocalan serî hildin.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ