Endama Civata Giştî ya Gorranê Nesrîn Cemal û endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamî Yehya Omer diyar kir ku PKK li Başûrê Kurdistanê li ser xaka xwe ye, ne mêvan e, rewşa Kurdistanê aloze pêwîst e hemû alî mil bidin hev û rola PKK’ê girîng e.
Endama Civata Giştî ya Tevgera Gorran, Nesrîn Cemal, endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Yehya Omer der barê dagirkeriya dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê û daxuyaniya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dijî PKK’ê, ji ajansa me re axivîn.
Nesrîn Cemal diyar kir ku dewleta Tirk bi şêweyekî hovane êrişî ser xaka Başûrê Kurdistanê dike, ev êriş jî ne nû ne û bi salan e didomin.
Nesrîn Cemal bal kişande ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ku ji PKK’ê re ‘dagirker’ gotibû û got ku pêwîst bû Nêçîrvan daxuyaniyek wiha nede, ji ber ku PKK ne dijminê Kurdan e û li ser xaka xwe ye, ne mêvan e.
‘Ji bo berjewendiyan bêdeng e’
Nesrîn got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng e. Li gel vê jî daxuyaniyên li dijî aliyê Kurd dide. Nêçîrvan Barzanî li ber çavê hemû dinyayê ji bo pîrozbahiya Erdogan çû Tirkiyeyê. Li aliyekî Erdogan xaka te dagir dike, xelkê te dikuje û bombebaran dike, li aliyê din serokê hikûmetê beşdarî pîrozbahiya wî dibe. Ev karekî ne rast e.”
Divê xebata PKK´ê girîng bibînin
Li ser heman mijarê endamê rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Yehya Omer jî got; “Xebat û zimanekî me yê hevbeş heye. Divê aliyên din ên siyasî xebata PKK’ê girîng bibinin û nabe red bikin.”
Li ser giringiya pêkanîna yekîtiya neteweyî jî Yehya Omer got, pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye. Ji ber ku rewşa Kurdistanê di warê aborî û siyasî de nebaş e, divê hemû alî mil bidin hev û yekgirtî bin.
ROJNEWS