KAKŞAR OREMAR


Li pey şikesta serhildana Dêrsimê û îdama pîrê Kurd Seyîd Riza Dêrsimî, êdî ji sala 1938´an û bi şûn ve bêdengî li bakurê Kurdistanê xwedî temenekî tije xemgînî û dirêj bû. Kemalîstan bi plan û projeyên nû û bi şêweyên ku Fransiyan li hin welatên Efrîka dabû destpêkirin, dest bi asîmîlasyon, dûrxistin, kuştin, girtina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê kir. Wan ji bo serketina projeyên xwe yên rasîstî, carinan ter û hişk bi hevre dişewitand. Balkeş e ku xwesteka wan ya herî esasî ew bû ku li ser axa Kurdistanê, Kurdên xwedî çand û dîrokeke dêrîntir ji ya Tirkan, neçar bikin ku bibêjin, “Ne mutlu Türküm diyene...”*

Bayê reş yê înkar û tinekirinê sal bi sal bihêztir bû, lê ne mumkin bû ku hebûna neteweyeke çend hezar salî ji hêla wan ve bê tinekirin. Çand, huner û dîroka Kurdan wisa dewlemend bû ku li ber her bayekî nedilerizî. Wan karî bi kuştin û zordariyên xwe, demekê Kurdan bêdeng bikin, lê “agirê binê xweliyê” li benda derfetekê bû ku hêza Kurdan a berbendkirî bide xuyakirin. Volkana ku li benda teqînê bû, li Kurdistanê pengivîbû.


Salên 1970´yî

Salên 70´yî bizaveke nû li Kurdistanê dest pê kir. Kurdan bi kom, sazûman, komele û rêxitinên siyasî, dest pê kir û pirraniya bajarên Kurdistanê xwedî hêzeke siyasî-manewî a girêdayî bizava Kurdîniyê bû.

Wan salan “koma Apoçî û şoreşgerên Kurdistanê” xwedî nasnameyeke hinekî cuda bû. Yanî, rêberên hereketa nû êdî ne ji malbatên şêx, axa, feodalên Kurd, belkî ew ciwan bûn ên ku pareke girîng a salên jiyana xwe di nava dilê civaka Kurdistana reşpoş de derbas kiribûn. Ew xwendevanên jîr ên zanîngehên Tirkiyeyê û hinek bajarên Kurdistanê bûn. Abdulah Ocalan serkêşê wan bû ku ciwanekî jîr û bi kûrahiyeke hûrbînane, lêkolîneke berfireh û hemûalî li ser rewşa civaka Kurdistan û Tirkiyeyê a wê demê dabû destpêkirin. Dîroka Kurdistanê baş xwendibû. Xwendina wî li ser daxwazên gel, wî bi vê rastiyê dihesîne ku êşa Kurdan a giran bindestî, heqaret û bêparbûna ji hemû mafên wan ên sirûştî û şerî ye. Zêdebarî wê zilma dagîkerên biyanî, êşa girantir a gel ew bû ku çîna axa, beg û hinek malmezinên Kurd hevkariya biserxistina siyaseta dewleta serdest dikirin. Xiyanetê jî zû rûçikê xwe yê gemar da der. Hingî jî caş-belaşên xulamok li hemberî şoreşgeran bûn. Daxwaza gel ji wan rizgariya Kurdistanê ji nîrê bindestî û koledariyê ye. Li hemberî vê daxwazê Abdullah Ocalan tevî hevalên xwe barekî pirr giran li ser milên xwe hîs dikin. Wijdana wan haydariyê dide ku êdî dema avêtina pêngavên nû hatiye. Tevî hevalên xwe yên zana û fedakar, dest pê dikin. Bi hişyarî pêngav bi pêngav ber bi pêş ve dimeşin. Ew ne weke yên beriya xwe ne. Zana û çalak, bi disîplîn û fedakar in, bi exlaq û serî li ber ti kesî natewînin. Pişta wan li hêza gel û çiyayên Kurdistanê ye. Tim şîreteke wiha tînin bîra xwe: “Heya em bi îradeya xwe ya zatî û hêza gelê Kurd ve girêdayî bin, serketin yê para me be. Heger em bikevin jî dîsa gel wê me rake ser piyan…” 

Taybetmendiyên wan ku êdî li her derê weke “şoreşgerên Kurdistan û koma Apoçiyan” navdar bûne, hejmareke zêde a gelê Kurd li dora wan kom dike. Ew jî mîna endazyarên hoste, wê hêzê li cihê xwe û di dema xwe de li dijî dagîkeriya rejîma Tirkiyeyê bi kar tînin. Hêzeke wisa mezin li Kurdistanê piştgîriyê dide wê komê ku êdî ew neçar dibin pêvajoyeke nû ya siyasî li bakurê Kurdustanê bidin destpêkirin.


27 Mijdara sala 1978´an

Avakirina partiyeke nû ku cihê komên berê bigire, pêwîstiyeke girîng bû.

Qedirnasiya ked û xwîna şehîdan bi avabûnê PKK´ê re bû bersiveke daxwazên dîrokî yên gelekî. Sala 1977´an şoreşgerê mezin Hakkî Karer şehîd kirin, hevalê wî yê wefadar Ocalan jî biryara avakirina PKK´ê da. Vê pêngavê neviyên Moxolan û Kemalîstên înkarger gêjo-mêjo kirin. Êdî wan zanî ku bi hin kesan re rûbirû ne ku xwedî îradeya polayîn in.

Bêîmkanî û tengaviyên rojê nikarin rêya bipêşketinê li ber wan bigire. Jixwe, ew dixwazin cihaneke nû ava bikin û ji bo armanceke wiha jî pişta wan bi gel û çiyayên Kurdistanê germ e. Mînaka vê rastiyê, em tenê bi xwendina kovara Serxwebûnê re dikarin baştir bi rolê kedê di dîroka PKK´ê de bihesin. Li rex guherandinên siyasî li cihanê PKK´ê bi çêkirina kongreyan re bi şert û mercên demê re xwe guherî, lê qet dest ji daxwazên xwe yên sereke berneda.

28´ê Mijadara sala 1978´an ew pêngava mezin li ser axa Kurdistanê hate avêtin. Sal li pey salê çiqas ku zextên dewleta Tirkiyeyê li ser Kurdan zêdetir dibûn, Ocalan û hevalên xwe jî bi hilanîna pêngavên mezintir rayedarên Tirk li Enqerê gêjtir dikirin. Êdî ew bi vê rastiyê hisiyabûn ku serxwebûna Kurdistanê xewn û xeyalên veşartî di nava dilê axa sar de nînin. Felsefeya ku hêz dida PKK´ê wisa bihêz, berfireh û mentiqî bû ku ne tenê dewleta Tirk, belkî welatên din ên dagîrkerên Kurdistanê jî hîs kirin ku êdî li kêleka wan guherandinên mezin dest pê kirine. Ji wan salan û pê ve, em bi navê PKK´ê re navê gelek xwendingehên siyasî-şoreşgerî dibînin, Marksîzm-Lenînzm, Komûnism, Maoîzm, Sosyalîzma azadîxwaz, Konfedralîzma demokratîk û hwd, lê li kêleka hemû teoriyên wan xwendigehên gerdûnî, PKK´ê dev ji daxwazên Kurdan ên bingehîn û dîrokî bernade. Ji ber wê jî li pey derbasbûna nêzî çil salan, PKK hê jî ji hêla pirraniya gelê Kurd ve partiya herî hezkirî ye. Mezinbûna PKK´ê jî di vê xala sereke de veşartiye.

Li kêleka hemû derbên giran ku bi stûnên bingehîn yên PKK´ê ketin, ne bêbextiya li dijî Serok Ocalan, ne binavkirina wê weke rêxistina terorîstî**, ne xiyaneta hinek aliyên Kurd û ne jî şerên giran yên hêzên herêmî, nebûn alîkar ku PKK ji bipêşketinê bi şûn ve bimîne. Li kêleka her derba giran pêngaveke mezintir bû sedem ku dilxwazên xwe zêdetir û sînorên şoreşa xwe jî berfirehtir bike. Mezinbûna PKK´ê bi wan destketiyan ve girêdayî ye ku dost û dijmin nikarin haşatiyê lêbikin.


Destketiyên pîroz û dîrokî 

Li gorî temenê xwe yê kurt, karnameya PKK´ê tije destketinên mezin e:

 1. Bi avabûna PKK´ê re “şoreşa zêhniyetê a tijî dewlemendiyên exlaqî” rûpelekî nû yê bizava siyasî li Kurdistanê bû ku “bawerî bixwe” kevirê bingehîn ê vê destketê bû. Serok Ocalan li gorî pêwîstiya demê her carê bi nivîsandina pirtûk an jî gotarekê dibû bersiv ji bo bihêzbûna wê şoreşa zêhniyetê di civaka Kurdistanê de. Pirtûka wî a bi navê “Pirsgirêka kesayetiyê li Kurdistanê” rêyeke nû li ber piyê şoreşgerên Kurd vedike.

 2. Ji salên 1980´yî û pê ve li rex avakirina HRK, ERNK, ARGK, PKDW, HPG, YJA Star, PAJK û çendîn bask û sazûmanên din, bo cara yekê PKK´ê karî di civaka mêrsalarî a Kurdistanê de hêza jinê a veşartî ji nûve kifş bike û keç-jinên Kurd mil bi milê mêran di hemû qadên xebatê de liyaqet û şiyanên xwe îspat bikin. Êdî ew xwedî partî ne. Cesareteke wiha îro jî li pirraniya welatên Rojhilata Navîn nayê dîtin. Herî dawiyê di berxwedana Kobanî de şervaniya jinên Kurd navê gel û welatê me li hemû cihanê bilindtir kir.

 3. Bawerî bi hêza xwe û duristkirina kesayetiyeke nû a serbixwe ku bi felsefeyeke heza ji mirovahiyê re girêdayî ye, ew xal e ku di rêbaza PKK´ê de xwedî cihekî taybetî ye. “Berxwedan jiyan e”, dirûşmek e ku bi xwîn, agirê can, qêrîn û hawarên azadîxwazên weke Mazlum Dogan (1955-1982), Ferhat Kurtay (1949-1982), Kemal Pîr (1952-1982), Sakîne Cansiz (1958-2013) û şoreşgerên din yên doza PKK´ê hêzeke nû da şoreşgerên Kurd. Bihayê wê dirûşmê pirr giran bû û girtîgeha Amedê kire keleha berxwedanê li dijî cinayetkaran.

 4. Li ber çavgirtina hemû mafên meşrû ji bo komên etnîkî-olî ku li Kurdistanê dijîn. Herwiha bêyî naskirina sinorên çêkirî, hevkarîyên hemû aliyan di avakirina partiyên modern li rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê de.

 5. Bihêztirkirina çanda jihevûdinhezkirin û pejirandinê di nava Kurdên Sunî, Şîî, Êzîdî, Elewî, Yarsan, Zerdeştî, Kirmanc, Soran, Kirdik, Hewramî û hwd. Vê jî kir ku PKK ji gelek partiyên din bêhtir xwedî nasnameyeke Kurdistanî be.

 6. Di şertên giran de hemû cûre hevkarî ji bo avakirina KNK´ê ku karibe partiyên beşên din yên Kurdistanê ji bo “stratejiyeke hevpar û hevgirtî” nêzî hev bike.

 7. Belkî di Rojhilata Navîn de tenê PKK´êê karî xwe li ber bayê guherandinên siyasî-leşkerî bigire. Sedem jî ew bû ku li gorî şert û mercên ku demê dixwestin wan jî xwe guherî. KADEK, Kongra-Gel û KCK bersivên dema xwe bûn. Mînaka vê rastiyê belkî daneberhev a rewşa Hizba Tudeh a Îranê*** û PKK´ê be. Bi hatina Xûmêynî re Tudeh tevî ku partiyeke kevn û îdeologên mezin ên weke Êhsan Teberî (1917-1989) û Kiyanûrî (1905-1999) li piştê bûn, lê nekarî karekî bikin ku bi planên rayedarên Şoreşa Îslamî a Îranê re neyêne tesfiyekirin. Di çil salên derbasbûyî de li Tirkiyeyê gelek hikûmet hatin û çûn, teva jî xwest hema di destpêka her biharekê de PKK´ê xilas bikin, lê PKK sal bi sal bihêztir bû û niha jî kes nizane ew serok û rêberên partiyên wan li kû ne û çi dikin!

 8. MED.TV bi serê xwe şoreşeke çandî, fikrî û siyasî bû. Cara yekê bû ku rêberên PKK´ê xwestin ji bo bihêzkirina şoreş û hilanîna sinorên manewî li Kurdistana mezin feydê ji teknîka modern bistînin. Ev bi serê xwe bû şoreşek ku partiyên din dest bi sûdstandinê ji TV´yên satalaytî bistînin. Beriya MED TV xebateke wiha bi damezrandina HUNERKOM, YEK-KOM û çalakiyên din sînordartir bû. Bila ji bîra we neçe ku Kurdên bêdewlet beriya sê dewletên dagîrker ên Îran, Îraq û Sûriyê bûne xwedî TV´yeke satalaytî.

 9.  Terorîst zanîna partiyekê ku xwedî ewqas bîr û ramanên aştîxwazî û demokratîk e, li derveyî sînorê tehemula mirovekî vê sedsalê ye. PKK xwedî hêzeke mezin a gelê Kurd û gelên din yên herêmê ye ku dewletên dagirker ji bo bêhêzkirina wê hemû pirsgirêkên xwe yên sedan salan ji bîr kirin û li dijî doza Kurd bi dehan protokolên aborî, siyasî û leşkerî îmza kirin. Lê vê yekê jî hêşta derdê wan derman nekiriye.

 10. Di salên derbasbûyî de AKP´ê weke hêza serdest bi sê rêyan xwest Kurdên bakurê Kurdistanê ji PKK´ê dûr bike:

A. Erdogan xwe weke sultanê Osmanî dida xuyanê û bi rêya gotarên olî-siyasî xwest bibêje ku em tev misilman in û ferqa Kurd û Tirkan tineye, lê gotin û kiryarên wî pirr ji hev cuda bûn. Belavkirina alavên nava malê û cûreyên xwarinê jî Kurd nêzî wî nekirin.

B. Qewl û qirarên ku di destpêka serketina xwe de li ser reform û guherandinên destûra bingehîn dane Kurdan, lê dema dîtin partiyên weke HDP´ê bi dengê Kurdan bi pêş ketin, maskeya wan ya xapankariyê jî çû aliyekî û rastî derketin holê. Li hin deran Erdogan digot, “pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e” û di heman rojê de behsa yek netewe, yek al û yek welatî dikir! Durûtiyeke eşkere ku nikarîbû di serdema teknolojiya pêşketî ya ragehandinê de nekeve ber çavê Kurdan.

C. Di hevdîtinên Oslo de siyaseta PKK´ê ya semîmî û kiryarên terosrîstî yên dewleta Tirikiyê li Parîsê ev rastî ji me re îspat kir ku Tirkan tevî Kurdan hevgirtineke stratejîk nepejirandiye.


PKK û peyama dawiyê

Ji salên 1990´î û şûn ve serok Ocalan pirrî caran daxwaz kir ku di navbera du aliyan de aştiyeke dewamî çêbe, xwîn neyê rijandin û mafên demokartîk ji Kurdan re bêne diyarkirin. Bi qasî 10-12 caran PKK´ê bi awayekî yek alî agirbest îlan kir, lê rayedarên dewleta totalîter a Tirkiyeyê daxwazên wiha bêbersiv hiştin. Tevî hemû wêranî û kuştinên kor û veşartî yên MÎT û artêşa dagirker a Tirk, israra PKK´ê ew e ku “pisrgirêka Kurd” bi rêbazên aştiyane û diyalogê bê çareserkirin. Peyama dawiyê a aliyê Kurd xwedî cewherekî wiha zêrîn e: “Em amade ne ku çek û kîna xwe ya li hemberî dagirkeran bispêrin nava dilê axa sar, çimkî aştî armanca me a herî pîroz e.”

Bi her awayî êdî êdî dema înkarkirinê bi ser de çûye. Divê daxwazên Kurdan û bi taybetî jî perspektîvên Serok Ocalan û PKK´ê bê bersiv nemînin.

PKK mîraseke giranbûha ye û divê mirov qet mîrasê xwe yê dîrokî ji bîr neke. Bi vê gotinê, salroja avakirina PKK´ê li we hemû xwendevanên hêja pîroz dikim.


Jêrnivîs:

* Gotinek Tirkî ku wateya wê ev e: “Çiqas bextewer e kesê ku bibêje ez Tirk im”

** PKK ji hêla Yekîtiya Ewrûpa û NATO´yê ve weke rêxistineke terrorîstî ketiye lîsteya wan.

*** Sala 1941´ê û bi bîr û ramanên sosyalîstî-marksîstî li Îranê hate damezrandin û ji bo demokrasiyê jî xebat dikir.