"Em dibînin ku berxwedana gelê me hîmê faşîzma AKP’ê lerzandiye. Ji ber ku berê her kesî li Îmraliyê ye û pêşiya heyeta HDP’ê hatiye vekirin ku biçin Îmraliyê, li benda çareseriyê ne.  Bê guman ev girîng e. Rêberê gelê Kurd di çareseriyê de bi rola sereke radibe. Lê ger ku rastî ev be û her kes bi vê bawer dike wê demê bila şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin. Ger ev pêk neyê, çareserî bi çûyîna heyeta HDP’ê çareser nabe."

Hikûmeta AKP´ê komkujî kiriye
PKK çûyîna heyetê girîng dibîne, lê belê têrker nabîne: "cihê pêşîgirtina li komkujiyên mîna ya li Licê ne Îmrali û Rêber Abdullah Ocalan e… Yê ku komkujiya Licê kiriye ne Rêber Abdullah Ocalan û  gelê Kurd e, ku komkujiyên mîna wê rawestînin. Hêza komkujî kiriye, yanî Hikûmeta AKP û yekîneyên wê yên taybet ên kontra li holê ne. Yê ku pirsgirêka Kurd çareser nake, Tirkiyeyê demokratîk nake, li ser ciwan û jinên Kurd terora faşîst dimeşîne û komkujiya Licê kiriye Hikûmeta AKP'ê ye. Yê xwedî pirsgirêk û neçareseriyê AKP ye, lewma yên dixwazin komkujî werin rawestandin, aştî pêk were, pirsgirêk bi rêbazên demokratîk çareser bibe, divê li deriyê AKP'ê bidin, ji AKP'ê bixwazin terora polîsan, komkujiyan rawestîne, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê projeyên rastî deyne holê, gavan biavêje û heta pêkhatina van daxwazan têbikoşin." 

BEHDÎNAN