Kerim, li ser pirsek der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bal kişand ku DAIŞ ji bo herêmê talûkeyeke mezin e, li hemberî wan jî hêza herî berxwedêr PKK û YPG ye û wiha dom kir: “Pêwîst e Tirkiye bi PKK û YPG’ê re hevdîtinê çêbike. Li hemberî DAIŞ’ê tecrûbeya YPG’ê li gorî pêşmergeyan hê zêdetir e.” Kerim der barê hêza pêşmergeyan a Kerkûkê de jî wiha got: “Beriya niha li Kerkûkê 5 tabûr pêşmerge hebûn, her tabûrek 3 hezar pêşmerge bûn. Niha bûne 8 tabûr, hejmara pêşmergeyan bûye dû qat.” Kerîm der barê statuya Kerkûkê de ji wiha axivî: “Ji bo Kerkûkê statuyek taybet pêwîst e. Referendûm girîng e, lê pêwîst e di navbera aliyan de despêkê hevkirinek hebe. Ji bo Kerkûk mina modela Quebec a Kanada statuyek dikare were dayin.”
NAVENDA NÛÇEYAN