Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê ya li bajarê Belçîka Leuvenê axivî û got, “Divê gelê me, ji bo ku sala 40’î ya PKK’ê bike sala azadiya Serok Apo, seferber bibe.” Wekî din li bajarê Elmanyayê Frankfurt û li paytexta Awusturyayê Viyanayê.

Pîrozbahiyên ji bo sala 40. a PKK´ê dewam dikin. Pîrozbahî li çar aliyên cihanê bi şevên girseyî pêk tên. Kurdên li Belçîkayê li bajarê Leûvenê civiyan û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Li gel bi hezaran kesî, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Kartal li vir axivî, bal kişand ser şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin û banga seferberiyê li hemû Kurdan kir.


‘PKK’ê dest li dîrokê werda’

Kartal di şahiyê de got, “Kurdistan di nava tarîtiyê de bû. Deng ji kesî dernediket. Dijminên me li çar parçeyên Kurdistanê hêvî şikandibûn. Di demeke wiha de Rêber Apo û hevalên wî ji bo jiyana azad dest li dîrokê werdan. Dest li sîstema ku di şerê yekemîn ê cîhanê de Kurdistan kir çar parçe werdan. Ji wê rojê û vir ve, ji Hakî Karer heta Delal Amed em minetdarê hemû şehîdên xwe ne û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em soz didin ku em ê armancên wan bi cih bînin.

Gelê me bi îradeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn dîrokê dinivîsîne. Ne tenê ji bo xwe, ji bo jiyana azad a hemû gel û nasnameyan têdikoşe.”


‘Em ê berxwedana xwe mezin bikin’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal banga seferberiyê li Kurdên li Ewrûpayê kir û got, “Di serî de gelê me yê li Ewrûpayê, tevahiya gelê me yê li çar parçeyan û dostên me, ji bo ku sala 40’î ya PKK’ê bibe sala azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd divê seferber bibin. 

Em li Strasboûrgê çalakiyeke mezin li dar dixin. Ji bo CPT biçe li ser mafê jiyanê yê Rêber Apo lêkolînê bike û daxuyaniyekê bide. Eger CPT, malbat, parêzer yan jî heyetek neçe cem Rêber Apo, em ê vê berxwedana xwe mezintir bikin. Ji ber vê yekê barekî giran dikeve ser milê gelê me yê li Ewrûpayê. Peyama me ji bo tevahiya gelê me yê welatparêz ev e: Sala 40’î sala fînalê ye. Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd firsendên mezin hene.”

Pîrozbahî piştî axaftinê bi stranên Cemîl Koçgirî, Serhat Çarnewa û hunermendên herêmî dewam kir. 


ANF / LEUVEN




Cejna 27’ê Mijdarê li Frankfûrtê 



Sala 40’î ya PKK’ê li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê hat pîrozkirin. 

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan li bajarê Frankfûrtê bi şeveke pîrozbahiyê bi rê ve çû.

Siyasetvanê Kurd Serhat Agirî li şevê axivî û destnîşan kir ku PKK’ê bi 6 kesan dest bi rêya xwe kiriye û xwe gihandiye milyonan. Agirî bal kişand ser êrişên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê banga beşdariyê kir.

Bi navê Ciwanên Azad jî Rodî Serhat peyivî û got, sala çilî wê bibe sala azadiya Ocalan.

Piştî axaftinan, sînevîzyon li ser dîroka PKK’ê hate nîşandan. Di şevê de hunermend Metîn Cizîrî, Berbang, Ozan Aydin Zozan Zûdem, Cîhan Çelîk, Sîpan û Koma wî derketin ser dikê.




Li Viyanayê jî cejn hate pîrozkirin 



Li paytexta Awusturya Viyanayê, sala 40. a PKK’ê hate pîrozkirin. Şeva pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser pêvajoyê û dîroka PKK’ê axaftin hatin kirin. Her wiha nûneren gelek saziyên dost ên beşdarî şevê bûyî, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan.

Li dû sînevîzyonê Xelîl Xemgîn, Rotînda, Nûarîn, Koma Raperîn, Koma Sara, Koma Arîn Mîrkan û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Di şevê de tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.