PKK destnîşan kir ku di demên dawî de Kanala televizyonê ya El Erebiye û hin rojnameyên Ereb, PKK’ê weke piştgirê rejîma Esad nîşan didin û ev yek derewand. PKK’ê got; “Me her tim li cem şoreşên gelan cîh girt û destek da û niha jî destek didin raperînên gelan ên li Rojhilata Navîn.”
Meclîsa PKK’ê li ser û îdîayên der barê tevgera Kurd de di medyaya ereb de tên weşandin, daxuyaniyek da. PKK desnîşan dike ku tevgera PKK’ê ku zêdetirî 35 sal in têkoşîna azadiyê dide, roj bi roj mezin dibe, û bi xêra siyasetên xwe yên rast sal bi sal zêdetir berê xwe fireh dike.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Televizyona Elerebiyê û hin rojnameyên Ereban nûçeyên qaşo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji serokkomarê Sûrî Beşar Esad re şanidiye belav kirin. Hin axaftinên Ocalan yên ji notên hevdîtinê hatine hilbijartin, û bi beşên ne eleqedar ve hatine danîn û li gorî xwe nûçeyek afirandine."

‘Em pişgirê şoreş û bihara gelan in' ’
Daxuyaniya PKK’ê wiha didome; “Em weke PKK ji raya giştî re eşkere dikin ku nûçeyên bi vî rengî derew in û tu bingeha wan tune ye. Me her tim li cem şoreşên gelan cîh girt û destek da û niha jî destek didin raperînên gelan ên li Rojhilata Navîn. Em buhara gelan a Rojhilata Navîn û hêviyên wan ên ji bo azadî û demokrasiyê heta dawiyê destek dikin."
PKK’ê di daxuyaniya dayî de got; "Rêber Apo nêrînên xwe yên der barê şoreşa gelan de bi riya parezêrên xwe ji raya giştî re eşkere kirine. Gelên Rojhilata Navîn û raya giştî vê yekê baş dizanin." PKK destnîşan dike ku ev nûçeyên derew ji aliyê daîreyên şerê taybet ve têne belavkirin û bang li gelên herêmê dike ku baweriya xwe bi nûçeyên bi vî rengî neynin.

Hêjayê gotinê ye ku piştî ku televizyona Elerebiye  ew nûçeya li ser PKK’ê belav kir, di malpera xwe de cih da daxuyaniya meclîsa PKK’ê ya der barê mijarê de.

ANF/BEHDÎNAN