
Komîteya PKK’ê di daxuyaniya dayî de got; “Em bi minnetdarî, di kesayeta endama pêşeng a partiya me PKK’ê de heval Viyan Soran de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û ji bo bîranîna wana careke din soz didin ku ew ê taca azadiyê bi serketinê deynin serê tekoşîna xwe.”
PKK’ê bi bîr xist ku Viyan Soran bi boneya protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber agir û got ku çalakiya ‘heval Viyan’ ji bo tevger, gel, tekoşîre û hemû sempatîzanên me banga xurtkirina tekoşînê bû û bersiveke herî xurt bi çalakiya xwe dane êrişên ‘dagirkeriya Tirk’.
PKK’ê got; “Çalakiya heval Viyan hihîstyarî û refleksek pir mezin û çalakiyeke pir giranbiha, hêja û bi rûmet bû, lê belê ew çalakî ji bo wê pêvajoyê bû” û bi boneya 6 salvegera çalakiya xwe şewitandina fermandara gerîlayan Viyan Soran peyamekê weşand û wiha bang li ciwanên Kurd kir; “Bi xweşewitandinê dilê dijimin xweş nekin” û ji hemû ciwan û milîtanên Kurdistanê xwest çalakiyên wiha li dar nexin.
‘Nûnera jina azad bû’
PKK’ê bal kişand ser tevilbûna Viyan Soran bo tekoşîna azadiyê û got; “Keça egîd a Başûrê Kurdistanê di temeneke ciwan de tevlî nava refên partiyê bûn, li her qadên ku lê bû bi helwest û sekna xwe ya şoreşgertiyê nîşan daye, bi vî awayî bûye mîlîtaneke mînak. Ji ber nêrîna xwe ya îdeolojî, helwest û sekna xwe ya şoreşgerî bûye endama herî ciwan a rêveberiya Kongreya Gel.”
PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku weke berdewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hin “çete” xwestin PKK’ê ji hindûr ve tesfiye bikin, li hemberî vê yekê Komîteya ji Nûve Avakirina PKK’ê hate sazkirin û Viyan Soran jî di vê komîteyêd e cihê xwe girtiye. PKK’ê got; “Heval Viyan Soran di her warê jiyanê de nunertiya jina azad, xwedî vîn û seknek a jiyanê, a ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe dike.
PKK’ê got; “Hêzên komplogerên navneteweyî û mêtîngeriya dewleta AKP’ê di 13’emîn salvegera komploya navneteweyî de êrişeke bê hempa li hemberî Rêber Apo dane destpêkirin. Zêdetirê 6 mehane hevdîtina Rêber Apo a bi parêzer û malbatê re têne astengkirin, îşkenceyeke dijwar pêk tînin. Ligel êrişên li ser Rêber Apo, operasyonên qirkirina siyasî, êrişên tunekirinê yên li hemberî gerîlayan, vê carê jî hiqûqa xwe bin pê dikin û dixwazin weşana televîzyona Kurdan Roj TV rawestînin.”
Ji bo meşa dirêj bangewazî
PKK’ê bal kişand ser Meja Dirêj a Kurdan li Ewropayê ku ji aliyê KON-Kurd’ê ve hatiye destpêikirin û got, “Têkoşîna ku ji hêla rêxistina me ve bi berxwedaneke mezin tê meşandin, ji bo ku planên faşîzma AKP’ê vala derdixe, ev hêzên faşîst wekî ku ji hişê xwe çûbin, li dijî rêbrtiya me û rêxistina me di her hêlê de êrişan dikin. Divê em li hemberi van êrişan, di xeta Rêbertiyê de ‘Em bibin partî, bibin milîtan û di xeta rast de bibin bi têkoşîneke leşkerî, di xeta rizgariyê de bi dawî bikin.’ Divê di sala nû de şiyara me ya sereke ev be. Ev êrişên dagirkeran tenê di xeta berxwedanê de dê ji hêla rêxistina me ve vala bê derxistin. Divê sala 2012’an tenê nebe sala valderxistina êrişên dewletê, dê heman demê de bibe sala azadiya Rêbertiyê û azadiya Kurdistanê jî. Wateya fêmkirina rêheval Viyan tenê ev e û bersiva vê yekê divê wiha bê dayîn.
Komîteya PKK’ê got: “ Em di dest pêkê de bang li tevahî jinên Kurd, gelê xwe, ciwanên xwe xwe dikîn ku berxwedana rêheval Viyan bi rihê Serhildanê pêş wazî bikin. Bi rêxistînbûyînekî bi hêz Xweseriya Demokratîka Kurdistênê ava bikin.” PKK’ê herî dawî got, Em bang li gelê xweyê Avropayê û dostên gelê xwe dikîn ku meşa ku bi şîara “ Ji Ocalan re azadî, statuya siyasî ya Kurdistanê” dayîn despêkirn destek dikîn û banga piştgiriyê li gel dikîn.”
ANF/BEHDÎNAN