Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bi dîmen peyamek ji pîrozbahiya duh a Newrozê ya li Frankfûrtê re şand û peyamên girîng dan. Bayik Newroz weke çandekê bi nav kir û got, “Eger çanda Newrozê ji holê rabûya, îro Kurd jî li holê nediman. PKK’ê bi Newrozê têkoşîn mezin kir, Kurd mezin kirin. Bi mezinkirina Kurdan re Newroz watedartir kir. Ev her du anîn gel hev û kir ku hevdu temam bikin.”

Bayik îşaret bi têkoşîna PKK´ê û nirxên afirandî kir û wiha peyivî: “(PKK´ê) li ser vî esasî, di nava Kurdan de ruhekî nû yê berxwedêrî û azadîxwaziyê derxist holê. Eger PKK’ê ev ruhê berxwedanê neafiranda, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi vî rengî bi pêş nediket û mezin nedibû. Bi mezinkirina têkoşîna gel re Newroz mezin kir, bi mezinkirina Newrozê re têkoşîna gel geş kir. Çanda berxwedanê û rastiya gel a berxwedêr bi vî rengî derket holê. Li ser vî bingehî gelê Kurd perwerde kir, bi pêş xist û bi ruhê berxwedanê yê Newrozê gelê Kurd rakir serhildanê. Ango bêguman çeka herî mezin da destê Kurdan.“

Dewleta Tirk a dagirker êdî bi gelê Kurd nikare

Bayik berxwedana zindana Amedê û ya Mazlum Dogan bi bîr xist, ew weke şehîdên Newrozê bi bav kirin û got, “Vê jî ruh û çanda berxwedanê ya Newrozê mezintir kir. Dûre, gel rabû serhildanê. Serhildanan jî bi xwe re destketiyên mezin anîn. Rastiya gel a berxwedêr, rastiya gel a ku di nava her şert û mercî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, bi van serhildanan derket holê. Vê yekê li Kurdistanê guhertinên mezin û dîrokî afirandin. Çanda berxwedanê veguherî çanda esasî ya gelê Kurd. Dewleta Tirk a dagirker faşîst bi çi rengî êrîş dike bila bike, êdî nikare vê çanda berxwedanê ya Kurdan ji holê rake. Ji ber ku gelê Kurd êdî ev çand pejirandiye. Bi vê yekê re xwe nû dike, xwe xurt dike.”

Dewleta Tirk wê bişkê

Cemîl Bayik wiha îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên ji bo şikandina vê çandê kir: “Dewleta Tirk a dagirker faşîst, ev du sal in bi hemû derfetên xwe ji bo şikandina hêza berxwedanê ya gelê me êrîşê dike, qirkirina fîzîkî û siyasî dike. Gelê me jî li dijî vê siyaseta înkar, tinekirin û qirkirinê, bi xurtî li ber xwe dide. Bi vê yekê ji bo hemû gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz, dibe mînak. Gelê me bi têkoşîna xwe, wê vîna dewleta Tirk a faşîst bişikîne, bitevizîne. Êrîşên ku hêzên dagirker li dijî gelê me dikin, wê berevajî bibin. Ev ê rê li ber serketinên mezin veke. Dibe ku bi vê têkoşînê re êşên gelekî mezin bên kişandin, berdêlên giran tên dayîn. Lê belê encamên gelekî mezin jî derdikevin holê.”

Gelê Kurd wê bi ser keve û her kesî bi ser bixîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik şehîdê Cizîra Botan Mehmed Tûnc bi bîr xist û got: “Mehmet Tûnc li Cizîrê got; ‘Me li ber kesî serê xwe netewand û em ê ti carî jî netewînin. Bila gelê me bi me serbilind be’. Rastiya gelê Kurd ew rastî ye. Lewma gelê me îro destanan dinivîsîne. Gelê me wê li hemû parçeyan bi ruhê berxwedanê yê Newrozê, bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo, têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin bike, bi ser bikeve û her kesî bi ser bixîne. Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN