Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin. Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal û Gulistan Gulhat, fermandarên HPG û YJA Starê Jîndar Zagros, Rêzan Amed û Ferzad Wan tevlî merasîmê bûn. Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, “Heger hûn li dîroka têkoşînê ya 40 salî ya PKK’ê binihêrin, hûnê bibînin ku ev tevger ti carî têk naçe û ev doz wê teqez bi ser keve.”

PKK´ê di xewna xwe de jî dibîne

Fermandar Bahoz Erdal, îşaret bi dijminatiya mêtingeriya Tirk a li gelê Kurd û gelên herêmê kir û got, “Erdogan diçe Moldovya, Washingtonê, Parîsê, Soçiyê, qala PKK’ê dike. Bi keyayan re civînê dike, qala PKK’ê dike. Ji bazirganan re diaxive, qala PKK’ê dike. Dibe ku di xewna xwe de jî PKK’ê dibîne. Ev yek nîşan dide bê çiqasî ji PKK’ê ditirse. Di heman demê de nîşan dide ka PKK’ê heta niha serketinên çiqasî mezin bi dest xistine.”

Erdal nêzîkatiya Erdogan a li Kurdan şiband ya Hîtler a li Cihûyan û got, “Erdogan Hîtlerê li ser serê Kurdan e. Ji bo vê siyaseta xwe pêk bîne, rêbazên DAIŞ’ê bi kar tîne. Kiryarên Erdogan û AKP’ê yên li Kurdistanê, nihêrîn û kiryarên Hîtler û DAIŞ’ê nîşan didin.”

‘Têkoşîn wê bi heybet be’

Endamê Biryargeha NPG’ê Bahoz Erdal diyar kir ku êrişên dijmin çiqasî zêde bibin, biryardariya wan a ji bo berxwedanê jî wê ewqasî mezin bibe û got, “Çiqasî êriş bikin, çiqasî êşkenceyê li mirovên me yên sivîl bikin û bixin zindanan, çiqasî terorê li gelê me bikin, çiqasî êrişî gerîla bikin jî wê ti carî di vî şerî de bi ser nekevin.

   

ANF/BEHDÎNAN