Kurdistaniyên li Awustûrya û Elmanyayê, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê û êrîşên li Ewropayê de civînên gel lidar xistin. Di civînana de îşaret bi dewra PKK´ê di şerê li dijî DAIŞ´ê de û parastina gel û baweriyan de hat kirin û hat xwestin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.


VIYANA: Li paytexta Awustûrya Viyanayê, navenda Civaka Demokratîk civîneke gel li dar xist. Di civînê de mijarên komkujiya li Cizîrê û hilbijartinên li Ewrûpayê hatin nîqaşkirin. Cûma Tak li civînê peyivî û da zanîn ku gelê Kurdistanê bi pêvajoya şerekî giran re rû bi rû ye. Tak bal kişand ser berpirsyariya gelê Kurdistanê û dostên wî yên li Ewropayê û xwest, li hemberî komkujiyan xelk bêdeng nemîne. Tak destnîşan kir ku divê di hilbijatrinên 1'ê Mijdarê de HDP rêjeyeke bilind a dengan wergire. Parlamentera Kurd a Partiya Keskan a Awustûryayê Bêrîvan Aslan jî di axaftina xwe ya de got, "Çawa ku Kobanê namûsa Kurdan bû, Cizîr jî bi heman rengî ye. Têkoşîna PKK'ê ya li hemberî rêxistina terorê DAIŞ'ê, ji aliyê tevahiya welatên Ewropayê ve tê zanîn. Bi vê têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan PKK´ê nîşan da, ku rêxistineke çawa ye." Aslan xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin.


WUPPERTAL: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wûppertalê pêr civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de ku bûyer û qewimînên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tê de hatin nirxandin, rojnamevan-nivîskar Zana Azadî axivî. Azadî bal kişand ser polîtîkaya şer a AKP'ê û got, "DAIŞ AKP ye, AKP DAIŞ e." Azadî diyar kir ku AKP û Erdogan ên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûn, bi hedef nîşandana HDP'ê dixwazin di navbera gelan de kaos û pevçûnê derxînin û destnîşan kir, ku divê li hemberî wan têkoşîneke xurttir were meşandin. Civîn piştî axaftina Azadî bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.


BONN: Li bajarê Bonnê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve civîna gel hat lidarxistin. Nûnera Meclîsê bi silavkirina berxwedanên gel ên li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û komkujiyên AKP´ê li Kurdistanê dike, şermezar kir. Nûner got, "AKP li Rojava têk çû û şer derbasî Bakur kir. Komkujî zêde kir." Nûner her wiha ji gelê li Ewropayê jî xwest, ku li hemberî êrîşan xwe biparêze.


NEUMUNSTER: Li bajarê Elmanya Neumunsterê jî bi beşdariya zêdeyî 100 Kurdistaniyî civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de komkujiyên li Kurdistanê û hilbijartinên 1'ê Mijdarê hatin nirxandin. Hevserokên NCDK yên Neumusterê Fatma Ûzûn û Lutfu Karaboga di axaftina li vir de diyar kirin ku AKP'ê li Kurdistanê dest bi şerê topyekûn kiriye û banga xurtkirina têkoşînê kirin. Di civînê de banga beşdariya li çalakiyên vedana kon û danîna standan ên 14-19'ê Îlonê yên li Elmanyayê, hat kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN