KCDK-E bal bir ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê û ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji sazî û dewletên Ewrûpayê xwest, vê biryarê bi cih bînin. Bang li gel jî kir ku ji bo bicihanîna biryarê, têkoşînê xurt bike.
KCDK-E’yê li ser biryara 15’ê Mijdarê ya Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bi daxuyaniyekê got, “Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê biryar da ku argûman têra qedexekirinê nakin. Hikum da ku biryarên 4 salan şaş in.
Dadgehê her wiha ragihand ku rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn bi têrkerî nehatiye lêkolîn, PKK’ê ji sala 2009’an ve dem bi dem agirbest ragihandiye û di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de hevdîtinên ji bo aştiyê pêk hatine.
KCDK-E’yê ji Yekîtiya Ewrûpa û hemû sazî û dewletên Ewrûpayê xwest ku biryarê bi cih bînin û got, “Ev biryar nîşan dide ku PKK têkoşîneke mafdar û rewa dike û bi rengekî bê hiqûqî di lîsteya terorê de ye. Divê hêzên siyasî vê biryarê bi cih bînin.
Bi navê KCDK-E em bang li hemû sazî û dostên xwe dikin ku ji bo bicihanîna biryara Dîwana Edaletê bikevin nava hewldanan, li her derê karê dîplomatîk bikin û ji bo biryar bikeve rojevê têbikoşin.”