FADIL DONMA HANNOVER Piştî qetilkirina endamê Konseya Civaka Êzîdî û Konseya Rêveber a KCK´ê Zekî Şengalî ji gelek derdoran nerazîbûn hatin nîşandan. Di dema protestoyeke de ya li dijî êrişên dewleta Tirk û qetilkirina Şengalî, em bi analîstê pirsgirêkên global, Dr. Thoreau Redcrow re peyivîn. Redcrow got, sîlehan welatên Ewrûpî û DYE didin Tirkiyeyê û ew jî bi van sîlehan Kurdan bombebaran dike. Zanyarê ku giraniya xwe dide ser mijarên Lêkolînên Kurd û şerê gerîla, Dr. Redcrow, li ser qetilkiirina Şengalî bi destê dewleta Tirk got, “Ji ber ku sala 2014´an li Çiyayê Şengalê gerîlayan miletê Êzîdî rizgar kir, ew qetil kirin. Ji bo kuştina Kurdan, dewletên rojavayî û hikûmeta federal a Elmanyayê tank û sîlehan difiroşin Tirkiyeyê. DYE balefirên şer difiroşe. Û dewleta Tirk bi van sîlehan gelê Kurd bombebaran dike.” PKK mafê mirovan diparêze Dr. Redcrow îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk, qetilkirina Şengalî mîna qaşo li dijî terorîzmê be, nîşan didin û wiha peyivî: “Parastina miletê xwe ne terorîzm e. Dema mirov bi zimanê xwe yê dayikê bipeyive, ne terorîst e, mirov bixwaze li dibistanê fêrî Kurdî bibe, ev ne terorîzm e. Heger tankekê beriya niha gundê te bombekiribe, bajarê te rûxandibe, û ew tank hatibe rûxandin, ev ne terorîstî ye. Xistina helîkoptereke ku zarokan bombe dike û wan qetil dike, ne çalakiyekek terorîst e. Ji ber wê jî, ew a ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Ewrûpa PKK di lîsteya terorê de digirin, neheqiyeke mezin e.” Ji bo misyona PKK´ê û dewra wê jî Dr. Redcrow wiha dipeyive: “Gerîlayên Kurd Êzîdî li Şengalê rizgar kirin. Hikûmeta DYE´yê divê tavilê PKK´ê ji lîsteya terorê derêxe. Lê heta ku bi ser kevin, ew terorîst dibînin, çawa di mînaka Mandela ya li Başûrê Efrîkayê de jî xuya dike. Ji wî re jî bi salan gotin terorîst, bi deh salan li zindanê ragirtin; weke Abdullah Ocalan li cihekî mîna Girava Îmralî dima. Hêviya min e ku Abdullah Ocalan rojekê azad bibe û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve. Ya PKK dike parastina mafê mirovan e.” Di dema amadekirina teza xwe ya doktorayê de Dr. Thoreau Redcrow, demeke dirêj gerîlayên PKK´ê jî nas kiribûn: “Ez fêr bûm mîna wan bijîm. Ji ber vê yekê bangê li DYE û welatên Ewrûpî dikim da ku PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorê derêxin. Lewma PKK ji bo mafê gelê Kurd şer dike û helbet ji bo mafê mirovan têdikoşe.” Dîktatoriya Erdogan divê bê cezakirin Ji bo dewleta Tirk jî, Dr. Redcrow, bi bîr xist ku wê destek daye DAIŞ´ê û ya rast ew e ku ji NATO´yê bê avêtin: “Dewleta Tirk sîlehan dide DAIŞ´ê û destekê didiyê. Dewleta Tirk ji 2014´an û pê ve, DAIŞ, El-Nusra, El-Qaîde û komên din ên tundraw ên Îslamî çekdar kirin. Divê Netewweyên Yekbûyî vê bibînin û heta divê dewleta Tirk ji NATO´yê bê avêtin. Dîktatoriya Erdogan divê mutleq bê cezakirin ji ber çekdarîkirina hemû komên tundraw ên Îslamî û destekkirina wan. ev komên tundraw ên Îslamî roja me ya îro jî Kurd û Êzîdiyan qetil dikin, destdiavêjin wan û dewleta Tirk hîna wan çekdar dike û destekê dide wan.”