´Xeta parastinê girînge´
Aktîvîstê Çerkes Yaşar Guven diyar kir ku li Şengalê rewşeke şer heye û ev yek bi awayeke zelal tê dîtin, DAIŞ sivîlan dikuje , divê gel li dijî xetereya DAIŞ’ê bikevin nava piştevaniyê. Guven da zanîn ku DAIŞ terorê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Dema bazariyê nîne, jin û zarok têne firotin û kuştin. Ev yek asta ku gotin qediya ye nîşan dide. Di paşerojê de çi dibe bila bibe niha parastina hevpar mijara gotinê ye, ev bangawazî dibe ji aliyê PKK’ê ve bê kirin an jî ji deverên din dikare bê. Lê ev piştevanî divê bi awayeke xurt bê kirin.”
´Li emel binêrin´
Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Mezopotamya (MEZODER) Muzaffer Îrîs jî diyar kir ku piştevaniya Şengalê gelek girîng û watedar e û divê piştevanî bê pêşxistin û li hemû gelan bê belavkirin û wiha got: "Qirkirina sed sal berê hatî jiyîn mixabin îro li Rojava, Şengalê û Nînova li hemberî hemû gelan pêk tê. Wê demê mirov bi komî hatibûn kuştin îro jî bi komî serê wan tên jêkirin. Divê hemû mirovahî li hemberî vê yêkê têkoşînê bike." Îrîs, anî ziman ku hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn li gorî karên xwe tev digerin û xeta parastinê ya li Rojava û Şengalê pêk hatî ji bo mirovahiyê têkoşînê dide. Îrîs, da zanîn ku PKK a ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşînê dide di "lîsteya terorê" de cih digire nakokiyekî gelek mezin e û wiha got: "Têkoşîna siyasî ya em behs dikin tevgera ji bo mirovahiyê biparêze û têkoşînê dike derdikeve pêşberî me. Ji ber vê yekê divê demildest ev yek bê sererastkirin. Divê mirov berê xwe bide armanca têkoşîna tê dayîn. Kîjan rêxistine bila bibe divê mirov berê xwe bide armaca wê û heke ji bo mirova û gel, ji bo dîrokek winda nebe têkoşînê bide ev têkoşîna bi terorîzmê ve girêdan bêwateye."
´Li dijî lîsteyê rabin´
Endamê Hewilda Boykota li Hemberî Îsraîlê ya ji bo Fîlîstînê Dr. Nîcola Safîn jî diyar kir ku li gel êrîşên li Şengal, Rojava û Fîlîstînê berxwedaneke jî heye û wiha got: "Ev rewş ji bo Rojhilata Navîn serdemek nû û hêviyek nû ye. Gel êdî dengê xwe yê berxwedanê bilind nîşan didin." Safîn, anî ziman ku li Rojhilata Navîn PKK û Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê ji bo gelên Rojhilata Navîn xeteke parastin û berxwedanê pêk anîn û wiha axivî: "Li cihên tên dagirkirin berxwedana çekdarî parastina rewa ye. Îro ev rêxistin di 'lîsteya terorê' de cih digirin dûrîtiya welatên emperyalîst ên rojava nîşanî me dide. Ji ber vê yekê divê hemû gelên li herêmê ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin dengê xwe bilind bikin."
´Rewatiya lîsteyê nîne´
Ji Weqfa Hrant Dînk Pakrat Estukyan jî balkişand ser Rojava, Gazze û Şengalê û wiha got: "Em di nokteye kêr gihişte hestî de ne. Êdî hewcehî bi vejînên hêj radîkal heye. Divê em hêj bêtir têkoşînê bilind bikin û vê yekê bi hev re bikin." Estukyan, têkildarî PKK di "lîsteya terorê" de cih digire jî nirxand û wiha axivî: "Divê em vê lîsteyê li ber çavan negirin. Ev lîsteya kesên din e. Ev têgeh her tim ji bo hinekan derbasdar bûye. Yaser Arafat serokê gelekî yê daîmî ye, lê ji bo kesekî din terorîst e." Estukyan, balkişand ser xeta parastinê ya PKK û YPG'ê ya li hemberî terora DAIŞ'ê û wiha axivî: "Êdî vê têkoşînê bingeha xwe peyda kir. Ji xwe neçar bû peyda bike jî. Mirovên herî aştîxwaz jî neçar man yekîneyên xwe yên parastina cewherî pêk bînin."
´Wê PKK ji lîsteyê debixin´
Civaknasê Êzîdî Azad Bariş, diyar kir ku tevgera herî zêde DAIŞ'ê baş dinase PKK û YPG ye û wiha got: "Sazî û dezgehê Cîhanê ji bo ku DAIŞ'ê nasbikin û bizanibin rêxistineke çawaye divê serî li pisporên PKK'ê bidin û wisa derbixin holê. Min xwest ez balê bikişînim ser vê xalê û ez çavkanî bidim nîşandan." Bariş bal kişand ser berxwedana Şengalê ya li hemberî DAIŞ'ê. Bariş, anî ziman ku di dîroka gelê Êzîdî de kevneşopiya berxwedanê her tim hebûye. Bariş, da zanîn ku dewletên ji bo berjiwendiyên xwe dixwazin li Rojhilata Navîn dengeyan avabikin, ligel ku derfetên wan ên mezin hebûn li hember komkujiyên Şengalê tiştek nekirin û wiha axivî: "7 şervanên YPG'ê hezaran welatiyên Êzîdî ji komkujiyê xilas kirin. Ev berxwedaneke dîrokî ye. PKK a ku têkoşîna azadiyê dide meşandin dê ji 'lîsteya terorê' bêderxistin. Di vê alî de îtîbara ku tevgera azadiyê heq dike dê bigre."
DIHA/STENBOL