Komîteya Navendî ya PKK’ê di şexsê şehîd Delal Amed, Azê Malazgîrt, Reşît Serdar, Kerîm Kato, Fermandara BOG’ê Aynûr Ada de şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî.

Komîteya Navendî ya PKK’ê got; “Em şehîdên xwe yên meha Mijdarê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û bang li gelê xwe hemûyî dikin ku şehîdên me yên qehreman rast û xurt fêm bikin.”

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de weha tê gotin:

“Tevgera me û gel ji bo ku em azad bijîn, em ketine meheke din a Mijdarê ya ku me biryara rêxistinbûn û berxwedanê daye. Ev dibe Mijdara 42’emîn û salvegera 41’emîn a avabûna PKK’ê. Ji niha ve li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelek bajarên cîhanê pîrozbahiyên salvegera 41’emîn a PKK’ê tê pîrozkirin. Wê were dîtin ku ev pîrozbahî ji salên din hemûyan bi coş û heyecantir be.

Li ser vî esasî di serî de ya Rêber Apo em cejna partiyê ya 42’emîn ya kadroyên partiyê, gelê me yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Jin û ciwan di serî de em bang li gel û dostê xwe hemûyan dikin ku li her derê 27’ê Mijdarê Cejna Vejîna Neteweyî pîroz bikin.

Wekî ku tê zanîn PKK pêşengekî azadiyê ye û li ser xeta fedaî dibe partiya Rêbertî û şehîdan. Di dîroka têkoşînê ya 41 salan de, her sal bi sedan û hezaran şehîd daye. Bi şoreşgerê mezin Hakî Karer heta şehîd Helmet, Şevîn, Demhat, Cemîlan li jêr fermandariya Artêşa Şehîdan a çil û pênc hezaran dimeşe. Di her meha dîroka têkoşîna mezin a 41 salan de gelek şehîdên hêja daye û di meha Mijdarê de jî milîtan û fermandarên pêşeng ên wekî Delal Amed, Azê Malazgîrt, Reşît Serdar û Kerîm Kato şehîd daye.

ANF/BEHDÎNAN