Di civînê de kar û barê saziyan a mehekê û pirsgirêkên pêre rû bi rû man nirxandin. Di civînê de her wiha planameya pêşerojê ya ji bo gelê Kobanê yê berxwedêr nirxandin.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre rewşa siyasî li Rojava, Sûriyê û Rojhilata Navîn hate nirxandin û hate gotin ku rewşa Kobanê êdî bandore li hemû herêmê dike. Di civînê de her wiha bal hate kişandin ser berxwedana sala 2014'an û hate gotin ku berxwedana Kobanê planên qirêj ên li dijî gelê Kkurd û herêmê vala derxistin û bal hate kişandin ser rola TEV-DEM'ê ya di xizmeta gelê berxwedêr ê Kobanê re û ev tişt hate gotin: ''TEV-DEM'ê di hemû aliyên jiyanê de alîkariya welatiyên berxwedêr kir û dê hîn jî alîkariyê bikin.''
Di civînê de berxwedana YPG/YPJ'ê hate vegotin û rola wan a di parastina herêmê de hate destnîşankirin. Di beşê din ê civînê de rewşa rêxistinî û xebatên mehekê ya saziyên TEV-DEM'ê hatin nîqaşkirin û bi awayekî berfireh li ser kêmasî û astengiyan hate rawestandin. Di encama nîqşan de planeke pêşerojê ji deme bê hate destnîşan kirin.
Di encama civînê de balvkirina alîkariyan û mijarên alîkariya bi şêniyên berxwedêr hate gotin û xalên taybet hatin destnîşankirin. Her wiha ji bo meşandina kar 6 komîteyên taybet hatin avakirin.
Xalên hatine destnîşankirin ev in:
1- Sazkirina Komîteya Avakirina Kobanê.
2- Serdana malbatên koçber û peydakirina pêdiviyên wan.
3- Civînên gel û bêne lidarxistin û komîn û meclîsên gel bêne birêxistinkirin.
4- Xebatên Mala Gel ji nû ve bê piratîzekirin, da ku rola xwe di dema nû de bilîze.
5- Bang li gelê Kobanê bê kirin da ku vegerin û di parastin û avakirina bajarê de cih bigirin.
6- Piştgiriya lojîstîk, xizmetî û her wekî din ji gelê di Kobanê de ye re bê pêşkêşkirin.

Bi sala nû re dê planameya nû bikeve meriyetê de.


DICLE EHMED/ANHA/KOBANÊ