Fisk dibêje, Erdogan pê dizane heke zor û zexta li dijî Kurdan dewam bike û şer ranewestîne, û pê re jî welatiyên Tirkiyeyê karibin bê vîze biçin Ewrûpa, hingê bi sed hezaran mirovên ji bajarên weke Amedê wê berê xwe bidin Ewrûpayê. Jixwe sernavê şîroveyê merama wê herî baş îfade dike: “Serokkomar Erdogan dizane ku rêwitiya bê vîze ji bo Tirkiyeyê mumkin e karibe pirsgirêka wî ya Kurd çareser bike”.  

Xulase li gorî Fisk di heman demê de wê dîasporaya Kurd a Ewrûpa ya her mezin dibe, dibe ku gelekî mezintir bibe heke girseyên mexdûr ji ber şer ên ji Amedê karibin werin Elmanya, Danîmarka û Swêdê. Robert Fisk şîroveya xwe li ser pirsa çima “Siltanê Tirkiyeyê” ev qasî bê sebr e da gera welatiyên Tirk a bê vîze ber bi Ewrûpayê ve misoger bike, dihûne û dibêje, rayedarên Ewrûpî ji xwe napirsin ka gelo ev bazara li ser penaberan û gera bê vîze elaqeya xwe bi komeke etnîk a taybet ango Kurdan re heye yan na.

Fisk ji bo kesayeta siyasî ya Erdogan jî hin çîroveyan dike û dibêje, Erdogan hem dixwaze bib “bavê netewe” û hem jî dixwaze “netewe (ji Kurdan) paqij bike. Bi vê ve girêdayî nivîskar îşaret bi bazara li ser bê vîze gera ber bi Ewrûpayê ya welatiyên Tirk dike û bi tinazan dibêje, Angela Merkel “dibe ku bi carekê gelek Kurd werin Berlînê, lê dema ku te mohra xwe danî bin peymaneke bertîlê (ji bo peymana di navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê de) tu nikarî gazinan bikî ka wê aliyê din peymanê ber bi ku ve bajo û bi kar bîne.” 


NAVENDA NÛÇEYAN