Plana li dijî daristanan yek e
Çar çalakvanên Meclîsa Çiyayê Sewz (Kesk) a Merîwanê ku ji bo vemirandina şewata ji ber topbarana artêşa Îranê, çûbûn cihê şewatê û di encama topbaranê de hatin kuştin. Doh cenazeyên her çar çalakvanan bi bi merasîmeke girseryî li Mêrîwanê hatin veşartin.
Gel daket meydanan
Beriya bi çend rojan, pasdarên Îranê daristanên girêdayî Merîwana Rojhilatê Kurdistanê topbaran kiri. Di encamê agir bi daristanê ket. Endamên Meclîsa Rêxistina Kesk a Çiyayê Merîwan ji bo vemirandina şewatê çûne herêmê. Di encama dewama topbaranê de 4 ji wan hatin kuştin.
Pêr piştî xelkê Mêrîwanê bihîst ku 4 çalakvan hatine kuştin, daketin meydanan û xwedî li 4 jîngehparêzan derketin, bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, meş û çalakiya nerazîbûnê li dar xist. Doh jî gel girseyî çû, cenazeyên 4 jîngehparêzan ji Nexweşxaneya Merîwanê girtin û spartin axê.
Navê her çar çalakvanan
Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî wiha ne: Çalakvanê Mafê Mirov û Jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê, Şerîf Bacwer, Jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî.
Plana hevpar a dagirkeran
Komîteya Ekolojiyê ya Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî li ser şewata li Merîwanê û kuştina 4 hawirdorparêzan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KODAR´ê ji malbatan re sersaxî xwest û got, şewata li Dêrsim û Merîwanê, plana hevpar a dagirkerên li Kurdistanê ye: “Agirê bi daristanên Dêrsim û Merîwanê hate xistin, rûyê rast ê dagirkerên Kurdistanê eşkere dike. Eger berdêlên wê giran jî bin, li Kurdistanê barekî giran ê berpirsyariyê dikeve li ser milê gel. Hawirdorparêzên Kurdistanê, daristanan weke beşeke xwe dîtine. Ji ber vê yekê Şerîf Bacwer û hevalên wî yên jîngehparêz jiyana xwe ji dest dan. Van mirovên hêja, ji bo tefandina agir hewl da.” MÊRÎWAN