Depooyên sotemeniyê yên mitefîkên wê her tim li rastî êrîşên hewayî dihatin û dihatin sabotekirin. Her roja diçû ev pirsgirêk mezintir dibû.
Muller ê ku ji bo perwerdekirina hêzên Nazî yên ku diçûn eniya Sovyetê hatibû peywirdarkirin, di gotûbêjên bi hevalên xwe re de her tim pirsgirêka sotemeniyê dianî rojevê. Piştre, Muller biryar da ku raporek ji Serfermandariya Almanan re bişîne. Muller di vê raporê de balê dikişîne ser petrola Kerkûk û Mûsilê û di nameyê de tê diyarkirin ku dibe eşîrên Kurdan li hemberî Îngilîzan serî hildin û Almanya jî dê başûrê Kurdistanê dagir bike.
Piştî demekê kin, General Wilhelm Keitel Muller vedixwîne Berlînê. (Keitel piştî şer li Dadgeha Numberg hatibû darizandin û îdamkirin). Plana ku Muller pêşkêş kiribû pir hêsan bû. Dê bi çend sîxûran re biçûna başûrê Kurdistanê, eşîretên Kurd dê rabikirina ser lingan û piştî raperîna Kurdan, dê artêşa Alman bi rêya balefiran leşkerên xwe danîba başûrê Kurdistanê. Keitel di bersiva nameya Muller de xwestibû di demek zû de dest bi amadekariyên operasyonê bike û raporê ji Biryargeha Hîtler re rabigihîne.
Muller dest bi xebatê kir, karê wî yê pêşî ew bû di arşîvên îstîxbaratê de agahiyên li ser Kurdistanê kom kir. Lê pir kêm tişt dît. Serfermandariya Alman jî nedikarî li gorî soza ku daye personel bide wî. Ji ber wê jî Muller bi xwe yekîneya xwe amade kir. Çar kes bûn. Lê yek ji wana jî Kurd ne bû. Ji bo biçe başûrê Kurdistanê û amadekariyên operasyonê bike, li ser û binê Ewropayê li Kurdek ku bi wan re biçe geriya, lê peyda nekir. Di dawiyê de, dostên wî yên li Stenbolê Kurdek bi navê Remzî pêşniyar kirin. Dihat gotin ku Remzî kurê axayê eşîretek a Kurdan bû.
Muller û hevalên xwe ji bo operasyona li başûrê Kurdistanê li Bodentalê perwerde didîtin, Rezmî tê vir û qet nizane ew amadekariya çi dikin. Muller ji wî re dibêje ku ew ê Kurdistanê azad bikin, ji Îngilîzan rizgar bikin, lê li hemberî vê divê Kurd kanên petrolê ji bo Naziyên Alman vebikin. Piştî demek kin Remzî razî bû û qebûl kir ku beşdarî operasyonê bibe.
Bavê Remzî axayê eşîrê bû, li Hewlêrê dijiya, lê eşîreta wan li deverên çiyayî yên li Silêmaniyê dijiyan. Remzî ji Muller re dibêje ew dikare têkiliyê bi eşîretên Kurdan re deyne û di demek zû de wana ji bo raperînê razî bike.
Remzî û Muller û yekîneya operasyonê ya ji 10 kesan pêk dihat diçin Berlînê. Ji vana çar kesan xwestin ji peywirê qut bibin û Muller hema wana li wir hişt. Armanca wan ew bû li rojavayê Gola Urmiyeyê dest pê bikin. Li herêmên ku zêde gel lê tune ne. Ango Xinêre û Xakûrkê yên roja me ya îro dest pê bikin.
Muller û Remzî li Berlînê demekê li benda erêkirina ku ji Adolf Hîtler dihat, ma. Piştî ku erêkirin hat şûnde ekîp neqlê barageheke leşkerî ya Kirimê kirin. Rotaya balafirê ya ku ji vir rabû li ser Tirkiyeyê berê xwe dan Îranê.
Lê di vê noqteyê de pirsgirêkek çêbûn. Yekîne ku ji 7 hezar metreyî dê bi paraşutê xwe bavêta, maskeyên wan yên oksijetê kêm bûn. Ji ber vê yekê balafir pêşî hêdî hêdî daket xwarê. Lê îcar jî pîlot nezanîbû ku li ku derê ne. Pîlot bi texmînan her tim diçû. Herî dawî pîlot dibêje “me xala rast dît û ekîb xwe davêje.”
Lê Remzî û Muller ku dixwestin xwe bigihînin herêma bê mirov a xebata Xakûrkê û Xinêrê, xwe li nêzî gundekî dîtin. Ji her du yan jî xeyal nehatibûn cih. Muller û kesên ligel wî hema cilên Kurd li xwe kirin û paraşutên xwe veşartin. Fêm kirin ku li navbera Hewlêr û Mûsilê ne lê ev pir dirêj dom nekir.
Di nava gundan re derbas bûn û çûn Hewlêrê û dema gihiştin wir surprîzek xerab li benda wan bû. Mala bavê Remzî, ji ber ku bavê wî di şerê Yekemîn yê cîhanê de li hemberî Îngîlîzan şer kiribû, di bin çavderiyê de bû. Encax wan dikarîbû ji bo xwe rêberekî ku wan bibe çiyan, bibînin. Her wiha zanîn ku, her kes dizane ew ketine Iraqê û kî wan bibîne dê xelatê li wan bike. Herî dawî di encama têkiliyên Remzî de gihiştin herêma çiyayî. Lê li wir rastî komek qaçaxvan tên û Muller xwe dide aşkerakirin. Qaçaxvan ji wan re dibêjin em ê du rojê din şûn de ji we re amûran bînin û diçin.Remzî di vê navberê de çûbû Hewlêrê. Muller û du serbazên Alman roja din ji aliyê peşmergeyan ve tên girtin. Remzî jî ji ber ku bav û birayê wî hatibûn girtin, teslîm bû. Plana Almanyaya Nazî ya dagirkirina başûrê Kurdistanê bi vî awayî ku neket meriyetê bi dawî bû. Muller û kesên ligel demek dirêj li Bexdayê ji aliyê Îngîlîzan ve hate lêpirsînkirin. Di dema lêpirsînê de îşkeceyeke giran dîtin. Remzî û serbazan hişê xwe wenda kirin. Muller piştî ku şer bi dawî bû çû welatê xwe.
Remzî di dawiya salên 1960’an de vegeriya gundê xwe. Muller piştî şer di karên cuda de xebitî. Piştre di sala 1957’an de komeleyeke rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Biratiya Salem ava kir. Di sala 2009’an de li Hochheîm di temenê xwe 95’an de mir. Muller der barê operasyona Mamut de pirtûkek bi navê ‘Li Rohilat- Rojhilata Navîn peywira bi xeter 1943’ nivîsî. Pirtûk wergerandin tirkî jî û di der barê operasyonê d agahiyên balkêş jî hene.
SERDAR EROGLU - ANF/AMSTERDAM