Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê, veguhastina doza komkujiya Licê bi hinceta 'ewlekariyê' ji Amedê bo Eskîşehîrê weke 'riya ber bi necezakirinê' ve bi nav kir. BDP'ê dozên girîng ên hatine veguhastin û encamên wan bibîr xist. Doza li ser bûyera 22'ê Çileya 1993'an a li navçeya Licê ya Amedê rû da ku di encamê de li gel Fermandarê Herêmê yê Jendermeyan Tûggeneral Bahtiyar Aydin, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, di 28'ê Çileyê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve bo Eskîşehîrê hat veguhastin. BDP'ê destnîşankir ku ev dozên mijara gotinê ji bo 'rûbirûbûna paşerojê' girîng e.


Reva ji heqîqatê ye
BDP'ê bibîrdixe ku erdnîgariya Kurdistanê ji gelek berdêlên giran, trajedî û komkujiyan re şahidî kiriye. Daxuyanî wiha didome: "Bi taybetî salên 1990'î weke demeke ku lê komkujiyên gelekî giran rû dan, di dîroka welatê me de cihê xwe girtiye. Ji bo pêvajoya diyalogê ya ji bo şerê çil salan bi awayekî aştiyane bê çareserkirin hatiye destpêkirin mayînde bibe û aştî pêk were, rûbirûbûna bi kuştinên kiryar nediyar û komkujiyan re, cezakirina berpirsyaran gelekî girîng e. Ji ber ku darizandinên werin kirin dê Tirkiyeyê bi heqîqetan re rûbirû bihêle, ev doz dozên rûbirûbûna heqîqet û paşeroja Tirkiyeyê ne."


Riya cezanekirinê ye
Komîsyona BDP'ê got, "Ev demeke em ji vebûna dozên komkujiyan ku weke kuştinên kiryar nediyar tên zanîn û berhema dema tarî ne, şahidiyê dikin. Lê belê careke din ji me re hatiye nîşandan ku di van dozan de niyetek rûbirûbûnê nîne, hewl tê dayîn ser dozan bê nixumandin û parastin û dadgeriya ji aliyê vîna siyasî ve tê parastin di van dozan de careke din ber bi rêya 'necezakirinê' ve bi lez dimeşe."

Dozên Licê û Pasûrê

BDP'ê ji bo vê yekê jî doza komkujiya Licê ya bi hinceta ewlekariyê rakirin Eskîşehîrê û doza Pasûrê ya bo Enqereyê hatiye veguhastin mînak nîşan da û got: "Weke ku di dozên bi heman rengî de hat dîtin, di doza Komkujiya Licê de jî li ser daxwaza bersûcan, bi erêkirina Wezareta Edaletê re Dadgeha Bilind 'ewlekarî' weke hincet nîşan da û veguhast bajarê Eskîşehîrê ku li gorî dadgehê bajarekî ewletir e. Mîna dozên Şerzan Kûrt, Ûgûr Kaymaz û Nezîr Tekçî...
Doza Alî Îsmaîl Korkmaz ê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin jî, dîsa bi erêkirina Wezareta Edaletê re bi hinceta ne ewle ye ji Eskîşehîrê rakirin bajarê Kayseriyê. Ti eleqeya veguheztinan bi hiqûqê re nîne. Biryarên veguhastinê siyasî ne. Bi vê biryarê re wezaret hem bersûcên komkujiyê hem jî vîna komkujiyê diparêze."


Mexdûran bêdeng dikin
BDP bibîrdixe ku bi darizandinên dûrî şahid û mexûran re dadgerî bi xwe peyama 'dozê neşopînin' dide xwediyên giliyê û got, ji xwe îdîaya ewlekarî nîne jî, îdîayeke nedîtbar e û di dozên dewam dike de gelek caran îspat bûye ku ne rast e. Dozên Albay Cemal Temîzoz û Mûsa Anter nîşaneya tinebûna rîska ewlekariyê ne.

Encamên van dozan

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê dozên ku heta niha hatine veguhastin û encamên ji wan derketine wiha rêz kir: " Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ji dozên Şerzan Kûrt û Ûgûr Kaymaz nirxand û di her du dozan de jî biryar da ku polîsan xwe parastine û polîs serbest berda. Di doza navçeya Mûş Kopê de 9. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, der barê qetilkirina du kesan de bi hinceta ku bersûcan mafê xwe yê parastina rewa bikar anîne, serbest berda.  BDP´ê di dawiyê de destnîşankir ku li Tirkiyê dadgerî ji bo bendewariyên gel re nabe bersiv.

ENQERE