Bi gaveke ku nedihate texmînkirin Rûsyayê planek ji bo pêşîvekirina li biryareke Konseya Ewlekariya Navnetewî derbarê Sûriyeyê de pêşkêş kir. Ev plana Rûsyayê ji alî gelek welatên rojava ve bi erênî hate pêşwazîkirin û hin dîplomatên rojavayî amadebûna xwe ya ji bo goftûgoyên derbarê vê planê de dan xuyakirin bi şertê ku hin sererastkirin lê bêne zêdekirin.
Li gorî vê planê berpirsiyariya kuştinan nade ser milê rejîma Sûriyeyê lê herdu aliyên bikaranîna şidetê ya ji alî rejîm û muxalefetê ve red dike.  Tevî ku ev pêşiyara Rûsyayê wekî kêm û qels jî hate nirxandin lê dîplomatan ew wekî firsendekê jî nirxandin da ku pêşiya şidet û kuştinê were girtin. Wekî tê zanîn Rûsyayê gelek caran hewldanên ji bo derxistina biryareke navnetewî li dijî Sûriyeyê bi vetokirina biryaran asteng kir.
Li gorî hin welatên din ên Ewropayê ev biryara Rûsyayê dê bibe alîkar ji bo rawestandina xwîna kut ê rijandin û li gorî raporên navnetewî ku hejmara kuştiyan gihaye derdora 5 hezar kesan. Li gorî vê pêşinyara Rûsyayê dê bang li hikûmetê jî bê kirin ku şidetê li dijî xwepêşandêran nede bikaranîn û astengiyan li pêşiya kombûnên gel li qadan û azadiya fikir û ramanê dernexe. 

Jı aliyekî din ve hikûmeta Tirkiyeyê civînek bi konseya xwe ya leşkerî re civînek lidarxist û tê de li ser amadekariya artêşa tirk ji bo şerekî muhtemel hate rawestandin.Ji aliyê meydanî ve jî şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û leşkerên veqetyayî de berdewam dike û li gorî çavkaniyên mafê mirovan di êrîşên roja pêncşemê de li Derayê 27 leşker ji artêşa Sûriyeyê hatine kuştin.

NEW YORK