Hevserokê Tevgera Azadî, Abdullah rizgariya Şengalê bi operasyona hevbeş a hêzên Kurd, ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku manîpulekirina dewra gerîla û şervanên YBŞ'ê yên di operasyona Şengalê de cih girtine, hewldaneke bêexlaqî ye ku ji aliyê PDK û çapemeniya wê ve tê kirin. Abdullah got, "Her kes dizane ku piştî ku wan Şengal radestî çeteyên DAIŞ'ê kir, yên ji destpêkê ve Şengalê bi rastî diparêzin gerîla û hêzên YBŞ/YPJ Şengal in."
‘PKK planên gemarî pûç dike’
Abdullah azadkirina Şengalê weke dewama serketina Kobanê nirxand û da zanîn ku bi rizgarkirina Şengalê re hêzên li herêmê li ser çeteyên DAIŞ'ê plan kirin, hatine pûçkirin. Abdullah got, "Yên ku piştgiriyê didin siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê, radibin hewl didin hebûna tevgera Kurd a li Rojava û Şengalê înkar bikin û bandora wê bişikînin.”
Hevserokê Tevgera Azadî Abdullah da xuyakirin ku dewleta Tirk û PDK dixwazin ji Şengalê heta Rimêlanê xeteke petrolê ava bikin û got, "Sedema dijberiya wan a li hemberî PKK'ê ev e. Her kes dizane ku dema PDK'ê Şengal terikand, yê ku ewilî Şengal parast gerîlayên HPG'ê bûn. Heta roja îro jî yekane hêza ku Şengalê diparêze hêzên gerîla û YBŞ´ê ne. PDK naxwaze kontrola xwe ya xeta petrolê ya ji Şengalê heta Rimêlanê ji dest bide. Aliyekî din ê planê jî ew e ku PDK û dewleta Tirk dixwazin pêşî li pêşketina PKK'ê ya li herêmê bigirin. Lewma li Şengalê li dijî PKK'ê polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşîne û dixwaze ku PKK ji herêmê derkeve." Abdullah diyar kir ku weke Tevgera Azadî ew alîgir in ku civaka Êzîdî xwe bi rê ve bibe, xwe biparêze û destnîşan kir ku heta gel sîstema xwe baş bide rûniştandin divê gerîla li herêmê bimîne û pêşengiyê ji parastinê re bike.
Gelê Kurd baş bi rastiyê dizane
Mihemed Abdullah der barê manîpulasyonên PDK'ê de got, "Madem di pêngava azadkirina Şengalê de bi tenê pêşmerge hebûn, çima ji bilî çapemeniya PDK'ê destûr ji ti organên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê re nehat dayîn ku biçin Şengalê" û destnîşan kir, ku tevî her tiştî jî gelê Kurd baş bi rastiyan dizane, baş dizane ku gerîla çima li Şengalê ye.
Hevserokê Tevgera Azadî, Abdullah diyar kir ku li şûna PDK hebûna PKK'ê ya li Şengalê înkar bike û derketina gerîla bixwaze, divê operasyona azadkirina Şengalê ji bo yekîtiya neteweyî bi kar bîne.
HALÎT ERMÎŞ/ANF/SILÊMANIYE