Plankirina nifûsê demekê hem li Tirkiyeyê bi awayekî fermî hat meşandin û hem jî nexasim li herêmên Kurdan bi budce û enerjiyeke mezin hat teşwîqkirin. Ango dema ev projeya fesilandina awayê plankirina nifûsê kete dewrê û nexasim piştî darbeya 1980´yî armanc ne li seranserê Tirkiyeyê plankirina nifûsê bû, armanc li Kurdistanê plankirina nifûsê bû. Lewma hingê jî rayedarên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê bi wê yekê dizanîn ku Kurd li gorî Tirkan bêhtir zarokan tînin û ev yek jî weke tehlûke didîtin.
Sala 1996´an van tirs û fikarên rayedarên Tirk xwe bi rengekî eşkere da der û ji bo kêmkirina nifûsa Kurdan hin proje hatin ceribandin û heta li gorî hin îdîayan doktor û pîrikên li nexweşxaneyan jî ji bo vê yekê hatin teşwîqkirin. Em berê xwe ji doh bidin îro. Meyla guhertina demografîk a ji ber zarokanînê li Tirkiyeyê zêde neguheriye. Di nava miletên Tirkîaxêv de zarok hîna kêm tên anîn û li nava Kurdan rêjeya zarokanînê hîna jî gelekî zêdetir e, ji ya li nav deverên mayî yên Tirkiyeyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan vê pêlê careke din rabû û got, "Plankirina nifûsê, kontrola zarokanînê çi ne! Ti malbata Misilman nabe ku di nava feraseteke bi vî rengî de be." Ev gotin bi serê xwe mirov belkî karibe weke fikreke muhafezekar - Misilman ê dijminê jinê binirxîne, lê belê mesele ne tenê ev e û ne tenê li vir dimîne.
Bersiva pirsa, ka Erdogan ji bo çi dikeve nava minaqeşeyeke bi vî rengî û gotareke bi vî awayî bi pêş dixe û teşwîq dike, dikare ji bo em meseleyê tê bigihêjin alîkar be. Beriya gotinên li jor, Erdogan dibêje, "Ez eşkere bibêjim, em ê zuriyeta xwe zêde bikin, em ê nifşa xwe zêde bikin." Yanî çi? Yanî em ê nifûsa Tirk zêde bikin. Dewleta Tirk a berê bi awayekî hişk xwe bi modernîzma Ewrûpî ya seresere ve girêdayî, dixwest nifûsa Kurdan kêm bike da ku rêjeya nifûsa Kurdan li gorî ya Tirkan zêde nebe, lew ev yek ji fikarên dewletê û aqlê wê bû. Dewleta Tirk a îro, êdî dîtiye ku ev stratejî bi ser nakeve, li hemberî vê stratejiya zêdekirina nifûsa Tirkan daniye ber xwe.
Em dikarin bibêjin, bi awayekî eşkere nijadperest û neteweperest aqlê dewleta Tirk a Kemalîst hewl dida nifûsa Kurdan kêm bike, bi heman tewrî û bi heman nijadperestî û neteweperestiyê aqlê dewleta Tirk a îro dixwaze rêjeya nifûsa Tirkan li gorî ya Kurdan kêm nebe. Ango hîna dema behsa sê zarok anînê dikir jî bi van fikaran radibû û îro jî bi van fikaran radibe. Ma jixwe li Kurdistanê sê zarokanîn tişteke normal bû, lê li Tirkiyeyê ne wisa bû. Ha piştî tesbîtkirina vê armanc û meramê mirov hîna nû dikare behsa dijminatiya jinan a Erdogan bike.
Erdogan ne di vê meseleyê de bi giştî jinê kêmtir ji mêr dibîne. Li gorî wî ya tebîî ew e ku jin ji mêr kêmtir be. Di meseleya pêkanîna stratejiya nû de jî dikare bi hêsanî û bê tirs erka zarokanînê yan jî kurkbûna li ser zarokan bixe stûyê jinê, tew wê weke fabrîkeya zêdekirina nifûsa "nijada" xwe bibîne. Li vir mesele beriya her tiştî aqlê nijadperest ê dewleta Tirk a dirûva nû ye; dirûva nû lê weke berê nijadperest û dagirker.
Dema mirov meseleyê bi vî rengî ji hev derxe, bi ya min mirov dikare pirr baştir di stratejiya vê gotara Erdogan bigihêje û li gorî vê jî bersivê bide vê stratejiya wî ya nijadperest.