
Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin tê dîtin. Xebatên Kongreya Netewî ku ji bo pêkhatina wê bi salan bang hat kirin, bi pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza îsal a li Amedê re da destpêkirin, bi leztir hatin meşandin. Bi pêşniyara Ocalan re, li dû konferansên li Enqere, Amed û Brukselê awir zîvirîbûn ser Hewlêrê.
Li gel PKK, PDK, YNK, BDP, PJAK û PDK ya Îranê, bi beşdariya nêzî 40 partî û organîzasyonan di 22’ê Tîrmehê de civîna amadekariya kongreyê pêk hat û ev yek ji bo lidarketina kongreyê weke gava berçav hat nirxandin.
Komîteya Amadekar a civîna xwe ya duyemîn lidar xist, ji bo kongre di nava mehekê de pêk were, dest bi amadekariyên pratîkî kir. Komîteya Amadekar der heqê civînê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku civîn erênî derbas bûye û “Plansaziyên pratîkî destpê kirine.”
Hewldan ji bo beşdariya xurt
Di nava van plansaziyan de komîsyon hene. Biryara avakirina komîsyona azadiya jinê, komîsyona ciwanan, komîsyona dîplomasî û têkiliyên derve, komîsyona prensîbên netewî û belgeya stratejîk a netewî, komîsyona protokolê hat dayîn û hat hînbûn ku ji bo kongre bi beşdariyeke herî dorfireh pêk were, hevdîtinê dewam bikin.
Komîteyê got, “Bi yên li mûxalefetê ne re hevdîtin tên kirin, li ser beşdariya wan israr heye. Her kes xwedî heman nêrînê ne ku ew jî beşdar bibin. Di asta komîteya amadekar de jî hevdîtin hatin kirin.”
Roja kongreyê ne diyar e
Komîteya amadekar wê deriyê xwe li her kesî vekirî bihêle. Roja lidarketina kongreyê jî hînê diyar nebûye. Lê belê tê gotin wê amadekariyên pratîkî di dema hatiye diyarkirin de, temam bibin.
Hat hînbûn, diyarnebûna “roja kongreyê” ji ber fikara li ser demê ye. Endamekî komîteyê got, “Di mijara demê de opsiyon hene, li ser nirxandin tên kirin. Dema mehekê derbasdar e, lê bi teqwîna siyaseta navnetewî ve girêdayî ye.” Fikar tên kirin ku ji ber demsala betlaneyê, dibe ku vexwendîname di dema xwe de negihêjin cihê xwe.
Ji partiyên siyasî re kota
Di civîna komîteyê de, kontenjana çar parçeyên Kurdistanê hat nirxandin. Dabeşkirina beşdariyê ya li gorî parçeyan, wê di rojên pêş de eşkere bibe. Lê kota ji niha ve diyar bûne. Li gorî vê yekê, ji partiyên siyasî re ji sedî 45, ji jinan re ji sedî 40, ji rêxistinên civakî yên sivîl re ji sedî 35, ji ciwanan re ji sedî 10 û ji şexsiyetên serbixwe re ji sedî 10 hat veqetandin.
500 delege beşdar bibin
Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin wergirtin, hejmara delegeyên beşdarî kongreyê bibin 500 e. Di nava karên pratîkî de şandina vexwendîname jî heye. Her weha komîteyên werin avakirin, wê pêşnûmebiryaran amade bikin ku pêşkêşî kongreyê bikin. Di pêşnûmebiryaran de wê ne berjewendiyên partiyan, berjewendiyên netewî li ber çavan bên girtin. Her weha wê were xwestin ku navgînên pêwîst bên birêxistinkirin ku bicihanîna van biryaran bişopînin.
MAXÎME AZADÎ