Baroya Amedê, ÎHD, OHD, Odeya Bijîşkan û TIHV’ê, der barê grevên birçîbûnê de, platforma ku hepsan bişopîne, ava kir. Daxuyaniya der barê mijarê de li avahiya Navenda Perwerdê ya Baroyê hat lidarxistin û nûnerên saziyan beşdar bûn.
Endamê Desteya Rêveber a OHD’ê Berdan Acûn daxuyanî xwend û got, “Binpêkirinên mafan bi salan e li hepsên Tirkiyeyê dewam dikin. Di salên dawî de gelek heps hatin avakirin. Ji ber pergala bêhiqûqiyê heps tije bûne û di kapasiteyên xwe re tije ne. Ji ber ku mekanîzmayên hiqûqî bi cih nayên anîn, hepsî serî li rêbazên çalakiyên cuda didin. Yek ji van rêbazan jî bêguman çalakiyên ‘greva birçîbûnê ne. Ev platform, wê li hepsan çalakiyên grevên birçîbûnê bişopîne, bike rapor û di demên cuda de wê vê raporê bi raya giştî re parve bike. Dîsan wê serî li sazî û dezgehên berpirs bide da ku rewşeke neerênî rûnede.”
MA/AMED