Bi armanca aşkerakirina avakirina platformê bi tevlibûna Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Esmer Tekîn û Rahmi Kurt, Dayîkên Aştiyê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesan li ber Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek hate dayîn. Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Halît Soydan balkişand ser çêkirina qereqolên nû ku piştî destpêka pêvajoya aştiyê dest bi çêkirina wan hatiye kirin û got ku li şuna qereqolan ev pereyên li van tên xerckirin, ji bo avakirina gundên hatine valakirin were xerckirin dê baştir be. Soydan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 30 sale me qereqolên di mejiyê xwe de hilweşandine. Ev qereqol bê watene. Li şuna wan bila daristanên hatine şewitandin cardin bên çandin. An jî gundên hatine valakirin. Bila bi vî pereyî ji bo zarokên Kurdan li heremê dibistanan çêbikin. Ev dê baştir be.

Piştî Soydan, li ser navê 39 rêxistinên civaka sivîl Nûnera Navenda Jinan (KAMER) a Colemêrgê Zozan Selîmoglu axaftinek kir. Selîmoglu diyar kir ku ji bo pergala xwezayê biparêzin wan ev platform ava kiriye û ev agahî dan: "Em tahakuma li ser ax û avê qebûl nakin. Em dê li hemberî HES'an bisekinin. Destûr nadin daristan werin şewitandin. Platforma me dê li hemberî qirêşkirina derdorê bisekine û wê têbikoşe." 

DÎHA/COLEMÊRG