Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, nûneren saziyên sivîl ên civakî yên Amedê û karsazan derbarê rewşa Sûrê de li baxçe Sumerparkê daxuyanî dan çapemeniyê. Şaredarî û saziyan li dijî “Îstimlaqkirina Lezgîn” a ji bo Sûrê hatiye stendin daxuyani dan û li dijî biryarê bertekên xwe anîn ziman. Saziyên civakî yên kom, bi îmzeya 310 saziyên civakî avakirina “Platforma Jiyandin û Parastina Sûrîçî” îlan kirin û daxuyanî dan. Di platformê de saziyên wekî DTSO, DÎSÎAD, ÎHD, Baroya Amedê, Odeya Endezyarên Harita û Kadastro, Odeya Îmarê û Vakfa Ermeniyan amade bûn. Li ser navê platformê Serokê DTSO’ê Ahmet Sayar, bang li gelê Amedê kir û xwest ji bo mexdûriyeta Sûrê bê çareserkirin hemû kes li Sûrê danûstendinê bikin.
Sayar, diyar kir ku 16 taxên Sûrê û 2 taxên Yenîşehirê bi giştî 18 tax û 6 û 642 parsel hatine îstîmlaqkirin. Sayar, da zanîn ku di nava van avahiyan de, avahiyên saziyên sivîl ên civakî jî hene û wiha got: “Li Sûrê avahî û şûnwarên ku ji aliyê UNESCO ve hatine parastin yên wekî warên dîrokî, çandî, bawerî û bazirganiyê jî hene. Sayar da zanîn ku ev biryar li dijî zagonên Komara Tirkiye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Dema lijneyê ev biryar girtin, ji tu saziyên berpirsiyar û eleqeder tu agahî negirtin.”
‘Em ê serî li riyên hiqûqî bidin’
Sayar, destnîşan kir ku ji bo biryar bê betalkirin wan serî li riyên zagonî û hiqûqî dane û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji ber êrîşan û vê biryarê esnaf û welatiyên li vê navçeyê dijîn di qada civakî û aborî de zerarek mezin dîtine. Li gel vê yekê hekûmetû gavên erênî neavêtiye. Em vê helwesta dewletê rast nabînin. Em dixwazin ev biryara îstimlaqkirinê bi lezgîn bê betalkirin. Em dê hemû heq û hiqûqa xwe bikar bînin. Dîsa ji bo mexdûriyeta welatiyan çareser bibe, em bang li hemû Amediyan dikin ku ji esnafên Sûrê kirîn û firotina xwe bikin. Em bang dikin ku dan û stendinê li Sûrê bikin.”
AMED