Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê li Dortmundê hat avakirin. Platform dibêje, ew ê li gelek bajarên Elmanyayê, çalakiyên nobetê organîze bike û li bajarê Kolnê jî meş û mîtîngeke navendî organîze bike.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê ‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ li Elmanyayê ava bû. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê jî di roja 69´an de dewam dike. Çalakgerên Kasselê ku ev 24 roja in di grevê de ne jî ji Şaredara Bajarê Mezin a Kasselê re nameyek şand.

Nûnerên saziyên sivîl, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnas li bajarê Dortmûndê li hev rûniştin û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, platformek ava kir.

‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ ji bo bersivê bide daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê, wê li Ewrûpayê karê dîplomatîk û siyasî bike.

Pêkhateyên Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê diyar kir ku ne dewleta Tirk, ne jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji bo bicihanîna daxwazên çalakgerên ku rewşa wan a tenduristiyê gihiştine asta krîtîk, tiştek kiriye. Platform wê li gelek bajarên Elmanyayê, çalakiyên nobetê organîze bike û li bajarê Kolnê jî meş û mîtîngeke navendî organîze bike.

Sûcê Tirkiyeyê heye tedbîrên CPT û KE´yê nînin

Hevseroka SYKP a Ewrûpayê Dûygû Yildiz bi navê Platformê daxuyanî da û got, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Standartên CPT’yê û raporên li ser Tirkiyeyê hatine amadekirin li pêş çavan in. Tevî ku Tirkiye li gorî van standartan tevnagere, CPT tiştekî nake.”

Bang li hikûmeta Elman û saziyên Ewrûpî

Di dewama axaftina xwe de Yildiz got, “Mixabin, rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya tenduristiyê ji xeta sor jî derbas bûye. Di her kêliya li pêşiya me de hinek ji wan dibe ku jiyana xwe ji dest bidin. Pêşîgirtina li mirina mirovan bi bicihanîna daxwazên wan dibe. Platforma me plan dike ku hem bi CPT re, hem jî bi siyasetvan û rayedarên hikûmeta Elman re hevdîtinan bike. Her wiha bi rayedarên saziyên hiqûqa navneteweyî re jî wê pêwendiya me hebe. Em bang li raya giştî ya Elman dikin ku piştgiriyê bide platformê û ji bo pêşî li mirina mirovan bê girtin, bikeve nava liv û tevgerê. Dem kêm e. Werin em bi hev re bikin ku Leyla Guven û hevalên wê bijîn.”

Pêkhateyên platformê

Di nava platformê de gelek sazî û kes jî cihê xwe digirin. KCDK-E, NAV-DEM, ATÎK, SYKP, AABF, AvEG-KON, YOUNG STRUGGLE, Çepa Kesk, HDP, HDK ELmanya, YJK-E, Kurdên Anatoliya Navîn, FEDA, KURD AKAD, Înîsiyatîfa Laz, Asûrî-Suryanî, parlamenterên HDP´ê yên niha û yên berê û gelek sazî û şexsiyet di nava platformê de cihê xwe digirin.

Berxwedêran name ji şaredar re şand

Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku li bajarê Elmanyayê Kasselê ev 25 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek li ser daxwazên xwe ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Kasselê re şand.

Bagdûr û Kobanê di nameyê de da zanîn ku bi çalakiya xwe ew destekê didin Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven.

Di nameyê de bêdengiya siyaset û çapemeniya Elman hate rexnekirin û şaredar ji bo civîna çapemeniyê ya 25’ê Sibatê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê hate vexwendin.

Pêr aktîvîstên ji rêxistina Alîkariya Sor a Elmanyayê çûn serdana çalakgeran û piştgiriya xwe nîşan da.

 

DORTMUND / KASSEL