AMARA GUNEŞ / NAVENDA NÛÇEYAN


Li ser minaqeşeyên li ser civandina Kongreya Neteweyî, xebat û civînên heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dewam dikin. Heyeta KNK´ê ya bi pêşengiya alîkarê hevserokên KNK´ê Tahir Kemalîzadeh bi partî, hizb û rêxistinên Başûrê Kurdistanê re gelek civîn pêk anîn û piştî van civînan KNK da zanîn ku alî li civandina Kongreya Neteweyî erênî dinihêrin. Li ser mijarê em bi kesayetên Kurdistanî yên li Ewrûpayê re peyivîn. Nûnerê Sazûmanî Kurmancên Bakurê Xoresanê, Afrasiab Shekofteh îşaret bi girîngiya dezgeheke niştimanî ya ji bo hemû rengên siyasî û civakî yên Kurdistanê kir, çalakvanê medenî Hîwa Nasih ku nûnerê saziya li dijî Enfalê CHAKê ye, dibêje, divê hemû sazî û partiyên Kurdistanî nûnerên xwe bişînin nav KNK´ê da ku KNK bi dewra xwe ya Kongreya Neteweyî rabe.

Endamê KNK´ê û nûnerê Saziya Kurmancên Xoresanê, Afrasiab Shekofteh fikra xwe li sert Kongreya Neteweyî û birêveçûna KNK´ê wiha îfade kir: "Kongreyeke Neteweyî çi qasî berfireh bibe, ewqasî baş e. Li Bakurê Kurdistanê gelek partiyên siyasî hene di nava KNK´ê tenê çendek hene. Li Rojhilatê Kurdistanê jî duwanzdeh partiyên siyasî hene, lê tenê du, sêyek di nava KNK´ê de hene. KNK maleke neteweyî ye, divê her fikra çepgir, rastgir, lîberal, sosyal demokrat, mihafezekar karibe têde cih bigire. Derî li hemûyan vekirîbe.

Em bi hev re bin welat wê me nas bikin

Herçî civandina Konferanseke Neteweyî ye; li her beşa Kurdistanê, rêxistin û rewşên siyasî, civakî û dîplomatîk cihê ne, ew xwedî xisletên xwe ne. Ew dikarin sûdê ji hev bigirin. Mînak, hinek di warê dîplomasiyê de xurt bin, dikarin bi beşên din re alîkar bin. Meselaya din, dema em hemû bi hev re bin, welatên demokratîk ên dinê dikarin baweriya xwe bi me bînin û me qebûl bikin. Kongreya Neteweyî, pirr minasib û di cihê xwe de ye, lê belê barê netewe pirr giran e. Çend partî nikarin bibêjin em netewe ne. Ti sazî, ti komcivîn û ti sazî bê mişkele nabin, divê formulek hebe ku van pirsgirêkan bibîne, da ku wan yek bi yek çareser bike.

Divê her reng, partî, dîn, mezheb û zaravayên me, hemû karibin xwe îfade bikin. Kongreya Neteweyî divê van qebûl bike. Mînak, Kurdên Feylî hene, zaravayê wan Feylî, çi gunehê wan nîne. Ji bo çi ew nebin. Nabe ku rengek, partiyek, fikrek li derve bê hiştin. Divê em mixalifê hev jî karibin bên cem hev."

Aloziya navmala Kurdan berjewendiya dijminên wan e

Rojnamevan û çalakvanê medenî, nûnerê saziya li dijî qirkirinê û Enfalê CHAKê

Hîwa Nasih bi eslê xwe ji Kerkûkê ye û ev 20 sal in ku li Swîsreyê, li bajarê Zûrîxê dimîne. Nasih jî fikrên xwe yên li ser civandina Kongreya Neteweyî hem ji bo temamê Kurdistanê û hem jî ji bo Başûrê Kurdistanê wiha îfade dike:

"Rewşa Başûrê Kurdistanê zor aloz e, KNK dikare bibe sîwanek ji bo tevahiya hizbên başûr da ku derçeyekê, çareseriyekê ji pirsgirêkan re peyde bike. Ji bo ku rewşa krîzê a li Başûr bête çareserkirin. Ji bo tevahiya Kurdistanê jî Kongreyeke Neteweyî pêwîst e. Pêwîstiya me ji rêxistin û partiyan û wêde, bi saziyeke niştimanî heye û ji bo nûnerên van partiyan û hindikahiyên li Kurdistanê jî ev pêwîst e. Ji her parçeyê Kurdistanê divê her hizb û reng û hindikayî karibe li Kongreyeke Neteweyî bicive, bipeyive û biryaran bide. Ji bo vê jî bêalîtiya saziya kongreyê şert e. Da ku di navbera hizban de pirsgirêk çênebe, rê ber bi şidet û birakujiyê ve neçe. Lewma her partiyek xwedî menfaet û berjewendiyên xwe ye, lê sazûmaniyeke neteweyî divê xwedî prensîpên neteweyî be. Lihevnekirina ku rê dibe ber bi şidetê, ne di berjewendiyan gelê Kurd de ye, ew di berjewendiya dijminên gelê Kurd de ye. Çi di navbera Başûr û Rojava, Rojava û Bakur, Rojhilat û Bakur û Rojhilat û Başûr be, çi dibe bila be, divê KNK karibe bi dewra xwe ya bê alî rabe.

Li Başûrê Kurdistanê halê hazir Kongreya Neteweyî pêdivî bi piştgiriya hemû partî û rêxistinan bike, da ku karibe karibe here bihihûmetê re rûne, bi aliyan re rûne. Wek nimûne KNK wê karibe çavdêriya hilbijartinan jî bike. Ji bo vê pêwîste sazî û hizbên Başûrê Kurdistanê divê nûnerên xwe bişînin nav KNK´ê, da ku KNK karibe bi dewra xwe rabe û li gorî vê tevbigere."