Kovara Podium ku li Awusturyayê bi zimanê Elmanî derdiçe, di hejmara xwe ya "Tirkiye" de cih da helbest û pexşanên nivîskarên Kurd.  Îsabella Bêrîvan helbest û pexşanên Kurdî ji Kurdî wergerandin Elmanî.

Kovara Podium ji sala 1971’ê heta 2000’î  bi periyoda salê çar caran derdiket û ji sala 2000’î ve jî salê du caran li Viyanayê derdikeve. Armanca kovarê ew e ku navbeynkariyê bike di navbera wêjeya modern a Awusturyayê û welatên din de. Bi vê armancê kovar hin hejmarên xwe diyarî welatekî dike û bi vê minasebetê metnên nivîskarên vî welatî bi Elmanî dide nasîn. Ev hejmar diyarî Tirkiyeyê hatiye kirin û di nav nivîskarên Tirkiyeyê de, çend nivîskarên Kurd û metnên wan ên bi Kurdî jî cih digirin. 

Pexşan û helbestên Kurdî ên di kovarê de cih girtine ew in; Rênas Jiyan, Janya (helbest), Arjen Arî, Efendîno (helbest), Rojen Barnas, Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir (helbest), Berken Bereh, Wisa tê bîra min (helbest), Janez Sar, Li ber destê şevê (helbest), Omer Dilsoz, Tava piştî baranê (cerribandin), M. Çiya Mazî Bîracî (çîrok). 

Bi her halî, hin hawîrdorên eşqî xwendina edeba Kurdî, gazinan ji wê yekê dikin ku di nava edeba Tirkiyeyê de berhemên xwe dane weşandin. Li gora wan diviyabû helbestvan û nivîskarên Kurdî doza hejmareke taybet bo edebiyata Kurdistanê bikira. 


VIYANA