Polês nekarî xwepêşandanê biparêze
Pêr êvarê Jinên Kurdistanî, yên demokrat ji Tirkiyeyê û yên çepgir ên Awusturyayî li dijî siyaseta dewleta Tirk a qirkirina Kurdan li paytext Viyanayê meşiyan. Komek ji zilamên Tirk ên faşîst li Viktor-Adler-Marktê rê li wan birrî û êrişî wan kir. Polês nekarî çalakiyê biparêze, ji ber wê jî Kurdistanî û dostên wan seferber bûn. Polês kesek bire nezaretê ku nehat zanîn ka ji êrişkaran e yan ji xwepêşandêrên jin e. Çapemeniyê jî îdîa kir ku kesek birin nexweşxaneyê jî. Hem polêsê Awusturyayê û hem jî medyaya wê bûyer weke nekarîna parastina xwepêşandanê neda. Polês îdîa kir, ji ber ku qelebalix çêbûye wan dest werdaye bûyerê, medyayê jî bûyer weke pevçûna Tirk û Kurdan nîşan da. Yanî, tevî ku nîşana gurê boz a qedexe jî nîşan dan, koma êrişkar weke faşîstên Tirk nehat binavkirin. Mesele ya jênehatina polês a parastina xwepêşandanê jî ji wan mijaran bû ku çapemeniyê xwe lê kerr kir.
Li dijî vê demokratên li Awusturyayê saeta nûçeya me dihat amadekirin, çalakiyek dikir. Wan hem helwêsta polês û çapemeniyê rûreş dikir û hem jî faşîstên tirk û Awusturyayî.
Parlamentera berê ya Meclîsa Awusturyayê ji partiya Keskan, lêkolîner û akademîsyen Bêrîvan Aslan li ser bûyerê daxuyanî da û got, "Ti kes nikare li me jinan û jinên demokrat qedexe bike ku dakevin kolanan! Nijadperest, Gurên Boz, Nasnameperest, alîgirên Erdogan û Îslamiyên tundraw hîç nikarin. Em nahêlin ku destketiyên me yên demokratîk ji dest me bigirin."
Wê li ser nûçeçêkirina beredayî di çapemeniya Awusturyayê de jî got, "Bûyer nabe ku weke şerê Kurd û Tirkan bê nîşandan. Li vir mesele ji vê û wê de ye jî. Mesele mafên azadiyê û rûmeta mirovan e." VIYANA