Ev penaberane gelek ji wan li herêma Kurdistanê bicihbun û gelek jî neçarbun biçin welatên din û hîna bi hezaran Êzidî li kolanan bê cih û war dijîn. Penaberên ku li kampa Şariya ya li qezaya Sêmêlê hatîn bicihkirin nerazîbun nişanî berpirsên kampê dan. Welatiyan ji ber nebûna xizmetguzariyê xwepêşandan li darxistin. Di pevçûnan de gelek penaber û 3’ê polis birîndar bûn.


Pirsgirêkên wargehê pirin
Berpirsyarê kampê Siud Misto axivî û got ku ev wargeh ji aliyê saziyênTirkiyê ve hatiye çêkirin û wiha axivî: “Gelek kêmasiyên vê kampê hene, bêku temam bibe kamp bicih hatiye hiştin. Tu pêdiviyên kampê nehatine bicihkirin. Ne ava wê, elektrîka û pêdiviyên din yên jiyanê nehatine çêkirin. Saziyên Tirkiyê yên ku çêkirine wisan hêlane û çûne.” Misto got, hêjmarek welatiyên kampê û sê polis di pevçûnan de birîndar bûne. Di kampa Şariya ku ser bi qezaya Sêmêlê ya bajarê Dihokê ve ye 3820 penaber dimînin.

Li Dihokê jî heman rewş

Rewşa penaberên li bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê, bi hatina zivistanê zehmet dibe Penaberana xwestin ku daxwazên xwe bigihênin û mertirsiya jiyana xwe bidin hiskirin. Yek ji penaberê bi navê Hesen Elo got: “Dema em ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin parêzgeha Dihokê, havîn bû lê heta niha jî cilên havînê li ber me deye û sermaya zivistanê metirsî xistiye ser jiyana me. Ne sotemenî û ne jî cilên zivistanê ji me re nehatiye dayîn.” Cîgirê parêzgeha Dihokê, Îsmayîl Mihemed jî got: “Me dest bi belavkirina sotemeniyan li ser penaberan kiriye û beşa her yekê 100 Lître lê belê hêj negihiştiye destê tevahî penaberan.”


 ROJNEWS/DILÊMANÎ