Meşa Dirêja a ciwanan ku doh li Dortmundê destpê kir rastî êrişa polêsên Elman hat. Polêsê ku bi hincetan êrişî ciwanan kir, herî dawî jî meş qedexe kir. Ciwan bi biryar in ku vê qedexeyê betal bikin. Çalakgerên Meşa Dirêj ku bi meşa xwe ya dirêj doza azadiya Ocalan dikin, tevî zext û astengiyan, polîsên Elman doh berêvarî meş qedexe kir. Lê belê ciwan bi biryar in ku hemû rêyên hiqûqî hîna biceribînin da ku meşa xwe bi rengê plankirî dewam bikin. ‘Meşa Dirêj’ a ciwanan doh ji Dortmûndê dest pê kir, lê êriş û provokasyona polêsê Elman ku xwe weke polêsê Erdogan dibîne, jî ji destpêkê ve kêm nebû. Polês ciwanekî wêneyê Ocalan li ser milê wî deqkirî kire binçavan û paşê jî bi destwerdaneke giştî 5 ciwan kirin binçavan û meş qedexe kir. ‘Meşa Dirêj’ a ciwanên Kurd ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, doh li bajarê Elmanyayê Dortmundê dest pê kir. Meşê saet 10’an ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dortmundê bi şiyara “Serî li ber faşîzmê rake, Rêber Apo azad bike” dest pê kir. Beriya ku meş dest pê bike, nûnerên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad, KCDK-E, MLPD, Internationalistîische Linke Dortmund û Rebell Jugend, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Qisekeran dewleta Tirk a ku Ocalan tecrîd kiriye û dewleta Elman a ku destekê dide dewleta Tirk, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo bê girtin, pêwîst e saziyên pêwendîdar tavilê biçin êşkencexaneya Îmraliyê.” Polês ê Elman e Zilm a dewleta Tirk e Li gel zextên giran ên dewleta Elman, meşê li ber stran û sirûdan dest pê kir. Beşa doh a meşê diviyabû li Hauptbahnhofa Bochumê biqediyana. Lê belê dema ku nûçeya me dihat amadekirin, polêsê Elman bi rêk û pêk gelek caran meşvan û çalakî bi temamî provoke kir. Paşê jî ciwanekî ku navê wî hîna nehatiye zelalkirin, ji ber ku li ser milê wî wêneyê Ocalan deqandî bûye, kirin binçavan. Li devera bi navê Limbecker Park a li Dortmundê, polêsan hewl dida dorê li çalakgeran bigirin. Di encama destwerdanê de 5 ciwan hatin binçavkirin. Rayedarên polês bi îdîaya xirakirina nîzama giştî meş qedexe kir. Bi her halî ciwanan li vir daxuyanî da û got, ew bi biryar in ku meşa xwe dewam bikin û bibin serî. Ji bo vê jî ew ê miracaetê pêwîst bikin. ‘Meşa Dirêj’ a ciwanên Kurd heger karibe bê kirin, 6 rojan wê dewam bike. Meş wê 6’ê Îlonê li Dusseldorfê biqede. Ciwan wê 7’ê Îlonê tevlî semîner û konsera li NCDK ya Wûppertalê bibin. DORTMUND