AGÎT ERKENDÎ / FRANKFURT

Polîsên Elman doh sibehî bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Russelsheimê de girt. Hevserokê NCDK a Russelsheimê Ahmet Karagul got, li ser daxwaza dozgeriya Koblenzê bi ser komeleyê de hatiye girtin: “Sibehê saet 8´an polîsan telefonî min kir û xwest ez bêm komeleyê. Wan got ew bi daxwaza dozgeriya Koblenzê li komeleyê lêgerînê bikin. Dozgerî îdîa kiriye ku li komeleya me karên ne qanûnî tên kirin.”

300 euroyên kaseyê jî birin

Karagul got, di serdegirtinê de polîsan komputera komeleyê, 300 euroyên di kaseya midbexê de jî desteser kiriye.  Polîsan gotiye, gilî hatiye kirin û pirsa kesekî bi navê Elî jî ji me kirin.

Dev ji vê siyaseta qirêj berdin

Karagul nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û got, “Em saziyeke qanûnî ne, 100 endamên me hene. Li ser giliyê kesekî rabin bavêjin ser komeleyê, ev krîmînalîzekirina qederê milyonek Kurdî ye, û ev ne ji mafê kesî ye. Êdî dawiyê bînin li vê bê hiqûqî, neheqî û siyaseta qirêj a li dijî Kurdan.”

Li Giessenê kesek hat girtin

Li bajarekî din ê Elmanyayê, Giessenê jî polîs bi ser malekê de girt. Di serdegirtina berê sibê ya doh de Mazhar Turan hat destgîrkirin û li dadgehê jî biryara girtina wî hat dayîn. Hevjîna wî Nazli Turan ji me re got, “Polîs Mazhar kelepçekirî ji derve anî malê. Bi biryara dozgerê Koblenzê li her devera malê geriyan. Hin defter, CD û tiştên din desteser kirin.”

Li Mainzê jî doh sibehê polîsan evêt ser mala kesê bi navê Elî ku paşnavê wî nehat zanîn. Polîs dema ku kes li malê nebû bi ser malê de girt û derî bi kilîtçêker da vekirin.