Polîs bi xwe destûra êşkencê da xwe
VEYSEL IŞIK
DORTMUND
Kurdistaniyê bi navê Hakan Bingol, li Dortmundê dema ku cem birayê xwe yê ku polîsan ew derb dikir, polîsan ew jî derb kir, êşkence lê kir, dijûn lê kirin û gotinên nijadperest û cinsiyetperest jê re gotin. Piştî bûyerê polîsê Dortmundê hewl da ser vê rewşê bigire û bike ku Bingol dev ji doza xwe berde.
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, Qanûna Wezîfeya Polîs hat qebûlkirin ku êdî polîs dikarin kêfî zext û zorê li gelek kesan û nexasim biyaniyan bikin. Eyaleta Bakurê Renê ya Vestfalyayê (NRW) jî dixwaze vê qanûnê erê bike ku mafên welatiyan gelekî sînordar dike. Li dijî vê qanûnê hem li eyaletê û hem jî li tevahiya Elmanyayê çalakiyên protestoyî her roj hene, lê li bajarê NRW´yê Dortmundê, beriya ku qanûn bê erêkirin jî, polîs pêkanîna wê ya di pratîkê de nîşan da: ‘’Êşkenceya eşkere li ciwanekî Kurd.’’
Kurdistaniyê bi navê Hakan Bingol ê 25 salî li bajarê Dortmundê dimîne. Polîsan li vî Kurdistaniyî xist û bi ser de jî gotinên nijadperest û dijûnên cinsiyetperest jê re gotin. Bingol, piştî êrişa polîsan berê xwe da nexweşxaneyê û rapor stand ku pê tê piştrastkirin ku polîsan lê xistiye.
Hakan Bingol got, 14´ê Tîrmehê, danê êvarê birayê wî telefonî wî kiriye. Jê re gotiye, ´di navbera min û komeke din de minaqeşe çêbû. Piştî minaqeşeyê gelek polîs hatin.´ Bingol got, li ser vê yekê wî berê xwe daye cihê bûyerê û dîtiye ku polîs êrişî birayê wî dikin. Bingol got, wî ji polîsan re gotiye, ´Dev ji birayê min berdin´ û tenê li ser vê gotinê polîsan êrişî wî kiriye. Bingolê ku ji ber êrişê hew zanî ka çi diqewime, ji polîsan re tenê vê dibêje; “Hûn çima li min dixin?”
Polîs gotinên nijadperest û dijûn kirin
Hakan Bingol li ser mijarê wiha ji me re peyivî: “Min ji polîsan re got, li min nexin. Ez naxwazim xwe bi we bikim. Polîsan heta ku ser û çavê min, pişta min reş û şîn bûn, li min xistin. Wan tenê li min nexist, wan hem dijûn ji min re hem jî li hevalên min ên li wê derê amade re gotin, heqaret li me kirin. Polîsan got; ‘Ma me hûn vexwendin Elmanyayê’, ‘xerîbên pîs’, ‘Bicehemin, biçin welatê xwe’, ‘Çawa ye, kêfa te ji vê re tê, xweş e ne wisa’, û li cihekî jî dijûna ‘Kurê qe**ê’ li min kir.” Bingol dibêje, şahidên bûyerê gelek in û gelekan jî dîmenê bûyerê girtiye.
Êriş û binçavkirinên kêfî
Bingol got, di dema vê bûyerê de, kesekî li mala xwe, ku ji bo binihêre ka çi diqewime derketî derve rastî êrişa polîsan hatiye û hatiye binçavkirin: “Ew kes kirin bin çavan. Ne tenê ew, wan gelek kes kêfî kirin bin çavan.“
Polîsê Dortmundê hewl dide ser bûyerê bigire
Hakan Bingol hema piştî bûyerê berê xwe dide nexweşxaneyê. Bingol ji wir rapora derpxwarinê û jikarmanê distîne. Piştî bi rojekê, komek ji Midûriyeta Polîsan a Dortmundê diçe cem wî, piştî ku pê re dipeyivin, jê dixwazin ku wêne û dîmen nekevin çapemeniya Elman û mijar neçe ber destê dozgeriyê. Bingol vê daxwazê red dike û miracaetî parêzerê xwe dike ji bo ku dozê bibe ber mercîên hiqûqî.
Piştî van bûyeran li nava Midûriyeta Polîs a Dortmundê lêpirsînek hat destpêkirin û ji bo ku lêpirsîn baş bi rê ve biçe jî, ev doz ji midûriyeta polîs a Dortmundê hat wergirtin û dewrî midûriyeta polîs a Recklinghausenê hat kirin.