Dewleta Elman bi polîsê xwe yê siyasî, îstîxbarata navxwe, meqamê ji bo zarok û ciwanan (Jugendamt) û mehkemeya xwe bûye yek ku zilmê li dayikekek Kurd bike.

Zozan G. ya ku zarokên xwe li gorî teqdîra Jugendamtê jî “întegrekirî û baş“ mezin dike, ji ber ku zarokên xwe siyasî angejekirî mezin dike, kete ber xezeba dewletê.

 Dewlet ji bo Zozan G. yê ceza bike, xweşî û başiya zarokan jî bi xwe xist tehlûkeyê, bi rêya hakimê mafên destûrî yên zarokan û dayika wan jî binpê kirin.

Dewleta Elman xwe li wê yekê diceribîne ku mafê miqatebûna li zarokan a dêûbavan yanî wesayeta zarokan, li dijî dêûbavan weke sîleh bi kar bîne. Niha dewleta Elman bi israra polîs bi destê meqamê berpirsê meseleyên zarok û ciwanan (Jugendamt) dixwaze mafê wesayeta zarokên Zozan G. bistîne. Hincetên ku diviya nebin sedem jî çalakvaniya keça wê ya 13 salî L. ne. Ev meseleya hanê li bajarê Elmanyayê Oberhausenê diqewime. Ev jî senaryoyeke gefxwarinê ya ji bo tevahî dayikên siyasî çalak in.

Zozan G. ya ji Oberhausenê dayikek e bi tena serê xwe ye û dişixule. Pênc zarokên wê hene. Ji ber ku keça wê ya 13 salî L. G. ji bo destekkirina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina mutleq a Abdullah Ocalan, tevlî çalakiyeke Adara 2019´an bûye, dewleta Elman gefan niha lê dixwe ku mafê miqatebûn zarokan jê bistîne. Ji bo vê jî polîs, Jugendamt û Dadgeha Silhê ya Oberhausenê her yekî bi rolekê radibin.

Întegrebûyî û baş mezinkirî ne

Zozan G. di nava tevgera Kurd de jineke çalak e. Gelek caran di xwepêşandanên Tevgera Piştgiriya ji bo Rojava de li Duisburg, Oberhausen û Mulheimê dipeyive. Polîs gilî kiriye li cem Jugendamtê û bi gotinên Zozanê, “Çaxê ez ne li malê, Jugendamt hatiye mala min, ji bo ku li odeyan hemûyan binihêre. Bavê zarokan ew berdane hundir. Em gelek caran bi hev re peyivîn û agahî hatin dayîn û di dawiya dawî de nûnera Jugendamtê, Xanim Merkelê got, tehlûke ji bo zarokan nîne, berevajî, zarok întegrebûyî û baş mezinkirî ne.”

Angajmana demokratîk weke sûc bi nav dikin

Keça Zozanê, L. xwendekareke baş e li dibistanê. Jugendamtê devê dosyê girtiye. Lê dîsa jî dozek tê vekirin û bi qasî ku ji belgeyan diyar dibe, polîs zor daye meselê tevî îstîxbarata navxweyî ya Elman. Sedem çalakiyek e: 12´ê Adarê L. ya 13 salî beşdarî çalakiyeke ji bo destekkirina greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bûye li parlamena eyaletê û di çalakiyê de hatiye xwestin dawî li tecrîdkirina mutleq a Ocalan bê anîn. Beşdariya meşa dirêj a ciwanan bi heman armancê jî ku weke ya yekê angajmana demokratîk a civakî ye, ji aliyê polîs ve weke sûc hatiye nîşan dan. Jixwe tevî ku ti sûc li meydanê nîne, weke sûc nîşandana van û çavtirsandîkirina welatiyan bi serê xwe diviyabû sûc be. Li ser meselê em ê bi parêzerê Zozanê re bipeyivin, ka ew ê li dijî van sûcên polîs tiştekî bike yan na.

BRD´ê şerm nake “Stasi” çêdike

Rûniştina doza li dijî Zozanê Mijdara 2019´an dest pê kir. Îdîaya dewletê xistina tehlûkeyê ya xweşhaliya zarokê ye. Vê îdîaya xwe disipêre polîs û îstîxbaratê. Li meydanê ti sûc nînin. Yanî ne dayikê ne jî zarokan ti sûc nekiriye; ti mehkemeyan ti biryarên sûc nedane. Lê Komara Federal a Elman (BRD) xwe weke DDR´ê dike û karê îstîxbarata xwe jî dike weke karê “Stasi” ya DDR´ê. Ne polîsê ku di navê de kesên bi navê Kardag hene ji vê dikare şerm bike, ne jî îstîxbarata nekarî yek sûcê li dijî biyaniyan jî asteng bike. Lê her du jî bûne yek û dixwazin zarokên Zozanê jê bistînin. Zozan dibêje, “Xweşhaliya zarokên min ne di tehlûkeyê de ye. Ez wan weke mirovên xwedî fikr û hizr, xwedî nirxên mirovane mezin dikim ku xwedî li wan derkevin û ji bo wan li ber xwe bidin. Eşkere ye ku dixwazin bi min nimûneyekê çêkin, min çavtirsandî bikin, da ku ez siyasî êdî angaje nebim.”

Di rûniştinê de wêneyên wê yên beşdariya çalakiyan nîşanî wê dan, yanî eşkere ye ku bi salan ew şopandine. Yanî tevî ku çalakiyên bi destûr ên ku xwe dispêrin Destûra Bingehîn a Elman in jî, polîs jî weke polîsê DDR´ê rabûye û rûniştiye.

Polîs jî dilê xwe dibijîne bibe yê DDR´ê

Polîsê hanê ku dilê xwe dibijîne yê DDR´ê û bawer dike, mirovên siyasî çalak nabe ku bi vê hesta çalakbûna siyasî û demokratîk nikarin zarokan mezin bikin giliyî dayikê Gulana 2019´an li cem Jugendamtê kiriye. Xebero Zozan tesîrê li keça xwe L. dike ku beşdarî çalakiyan bibe. Ew çalakiyên ku ji mafên wê yên destûrî ne, li gorî polîsê Elman ê ku dilê xwe dibijîne bibe yê DDR´ê, bi piştgiriya îstîxbarata weke Stasi radibe û rûdine û mehkemeyeke ku dikare dozeke bi vî rengî qebûl bike, weke “sûc“ hatine binavkirin. Yanî çalakiya mafdar a L. yê weke ku ne ya wê be û ew hîç nikaribe dozeke rewa û demokratîk bi tena serê xwe bike. Axir ev jî ji wan hewldanan e, û diyar e ku dixwaze doza rewa ya azadiya Kurdan reş bike.

Hakim jî ji demokrasiyê aciz bûye

Hakima bi navê Bertante ya li Dadgeha Silhê ya Oberhausenê xwest ne tenê îfadeya L. yê lê ya her çar zarokên din jî bigire. Tevî ku parêzerê ji bo zarokan mehkemê veqetandî jî xwest îfadegirtina zarokan asteng bike, hakimê guh nedayê. Heta ji bo S.G. yê 6 salî yê ku ji ber kerrbûnê pirsgirêkên wê hene, hakimê xwe neda ber ku îfadegirtinê betal bike. Yek bi yek îfadeya zarokan hat girtin, her yekê 20 deqîqeyan. Ji bo hemûyan eziyet û zilm bû, lê ji bo S. ê ku logo û ergoterapiyê dibîne, ev zilmeke mezintir bû.

Faşîzma naziyan aniye bîra parêzer

Parêzerê Zozanê, Tim Engels dibêje, “Zorê li zarokan dikin da ku li dijî dêûbavê xwe yên siyasî îfadeyê bidin. Ev faşîzma Naziyan tîne bîra mirovî, wan Tedbîrên Miqatebûnê li dijî dijberên xwe yên siyasî bi cih dianîn.” Tedbîrên Miqatebûnê peyveke xweş e, lê Naziyan zarok li dijî dêûbavên wan didan peyivandin û ew dêûbav ceza dikirin.

Li gorî parêzer û dayikê jî, nayê fêmkirin çima hakim dozeke wisa qebûl dike, tevî ku Jugendamtê eşkere kiriye, xweşhaliya zarokê ne di tehlûkeyê de ye. Jugendamt dibêje, cihê tedbîrê nîne, lê parêzer hîna jî nikare dosyayê bibîne. Em ê piştî ku parêzer dosya dît, pê re bipeyivin.

Berê jî dozeke weke vê hebû

Berê jî dozeke weke vê hebû li Elmanyayê. Rojbîn G. ya ji Mainzê ya ku îro 26 salî ye, dibêje, ji wê demê ve ku ew 16 salî ye, ew ji bo doza Kurdî çalak bûye, ji ber wê jî polîs (ê parastina dewletê) hewl daye wê ji malbata wê bistîne. Piştî ku ew bûye 18 salî jî bi zarokên ji wê piçûktir vê zilma dewleta Elman dewam kiriye.

Li gorî Rojbînê, polîs û Jugendamt bi hev re kar dikin û bi vî rengî belkî jî bi sedan malbat hatine çavtirsandî kirin, da ku siyasî êdî ne çalak bin.

Axir li Oberhausenê niha înîsiyatîfek ava bûye û ew destekê dide têkoşîna Zozanê li dijî polîs, îstîxbarat û Jugendamtê: “Em hewldanên polîs û îstîxbarata dewletê hişk red dikin ku dixwazin dayikek dev ji angajmana xwe ya ji bo mafên mirovan, mafên jinan û Rojava berde. Dewlet dixwaze Zozanê hiş bike. Ev ê neçe serî!”

Înîsîyatîf bang li xelkê dike da ku ji bo rûniştina 22´yê Çile saet 08:30´î li Meydana Friedensplatz a li Oberhausen beşdarî mîtînga destekê bibin. 

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Karadag ji kîjan dewletê re kar dike?

   

Di doza Zozan G. de agahiyeke balkêş heye. Em fêr dibin ku ji Staatsschutz (polîsê parastina dewletê) mudaxilî meseleyê bûye. Polîsê bajarê Essenê bi memûreke navê wê Karadag eşkere mudaxilê dozê ye. Jixwe di rûniştina dozê ya 17´ê Kanûnê de ya ku tê de îfadeya her pênc zarokan hat girtin, kesa ku ji polîs agahî jî dane ew e û navê wê wiha tî hildan: “Xanim Karadag a ji polîsê Essenê”. Li gorî Zozan G. agahî da me, piştî ku rûniştina dozê ya 19´ê Kanûnê jî hatiye betalkirin, heman memûra polîsê Essenê xwestiye dosya dozê ya ku hê ji parêzerê wê re jî nehatiye şiyandin, bidin wê. Ji ber ku beriya niha jî derketibû holê ku bi agahiyên ji polîsê Elman Kurdên welatiyê Elman li Tirkiyeyê hatine girtin, çawa ku keça Hozan Canê, Gonul (Dîlan) Ors hatibû girtin, bi awayekî mafdar em dipirsin, ev memûra bi navê Karadag polîsa kîjan dewletê ye? Ew dilsozê dewleta Elman e yan ya Tirk e? Gelo dewleta Elman bi qesd bi rêya memûrên Tirk dixwaze Kurdan çavtirsandî bike