Polîs sîxur MÎT û JÎTEM

Haberleri —

Rojnameya ‘Die Welt am Sonntag’ê yekşema bihurî ragihandibû ku serkomîsera bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessen, bi ajanên MÎT’ê yên li Elmanyayê re civiyaye û ji ber vê jî ketiye ber lêpirsînê. ANF’ê pêr ragihandibû ku ev serkomîser Dondu Yazgan e û herî dawî li bajarê Wiesbadenê li beşa “polîstiya entegrasyonê” dixebitî.

Hat zanîn ku beriya ku nasnameya Yazgan were deşîfrekirin û rojnameya Die Welt am Sonntagê lêpirsîna têkildarî wê biweşîne, Yazgan bi Abdullah Agarê endamê JÎTEM’ê re civiyaye. Abdûllah Agar tîmekî kevn ê taybet ê dewleta Tirk e.

Hevdîtina di navbera Yazgan û Agar de 22’ê Tîrmehê roja Şemiyê di navbera  18.00-20.00’an de li bajarê bakurê Elmanyayê Bremenê pêk hatiye. Çavkaniyên li Bremenê yên ku agahî dan ANF’ê ragihandin ku Yazgan tevî du zarokan beşdarî hevdîtinê bûye û Agar jê re gotiye, “Hûn ji bo me keseke muhteşem in. We karên gelekî girîng meşandine.”

Tê meraqkirin ka Agar bi çi nêtê hatiye Elmanyayê û di 24’ê Tîrmehê de ji beşa Elmanî ya Russia Today (RT) yê re axiviye. Kesê ku bi Abdûllah Agar re hevdîtin kiriye jî nûçegîhanê Berlînê yê RT’yê Alî Ozkokê AKP’yî ye.

Abdûllah Agar ê ku xwe weke “pisporê ewlekariyê” dide nasîn, gelek salan li Kurdistanê di bin banê JÎTEM´ê û tîmên taybet de xebitiye. Bi wêneyekî ku wî bi xwe par ve kiribû, ew di ekîba Tumgeneral Aydogan Aydin de ye. Helîkoptera Aydogan Aydin ji aliyê HPG’ê ve li Şirnexê hatibû xistin.


Yazgan divê xwe biparêze

Piştî nûçeya ANF’ê malpera “ehemedya” ya nêzî AKP’ê diyar kir ku Yazgan heke bi belgeyan îsbat bike ku ew keseke paqij e, dibe ku dîsa vegere ser karê xwe.

Dondu Yazgan a ku di gerînendetiya polîsê Elmanyayê de bi salan e dixebite, gelek caran diçû Enqereyê. Li gorî arşîva çapemeniya Tirk di 10 salên dawîn de salê du caran Yazgan çûye Enqereyê.


Seroka wê berê jî kujer parastine

Seroka Rêxistina Polîsan a Hessenê Sabine Thurau, ku sîxura Tirk Dondu Yazgan parast, berê jî kujer parastine û piştgirî daye polîsê ku Halîm Dener qetil kirî. 

Sabine Thurau, ku raporên li ser sîxura MÎT’ê Dondu Yazgan nixumand û heta wextekê ew parast, berê jî polîsê Elman ê ku qatilê ciwanê Kurd Halîm Dener e, parastiye.

Rêxistinbûna çete ya li nava Midûriyeta Polîsên Eyaleta Hessenê û komikên li nava polîsan, gelek caran ketin rojeva Elmanyayê.  Thurau di hingê tîmeke xwe di nava polîsan de ava kir. Yek ji endamên sereke yên tîma Thurau, polîsê bi navê Klaûs B. bû. Sala 2011’an Sabîne Thurau ji ber dayîna îfadeya derew, alîgirtina hin polîsan û bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê, neçar ma îstîfa bike. Dema ku Thurau îstifa kir, nasnameya rastî ya Klaûs B. jî derket holê, ew di rastiyê de qatilê ciwanê Kurd Halîm Dener ango Klaûs T.  bû. 

Mesele karekî ne li rê yê Klaûs B. bû, rûniştina dozê ya li dijî wî û polîsekî din 15’ê Îlona 2009’an pek hat û di vê rûniştinê de Sabine Thurau bi derewan xwedî li her du polîsan derket û kir ku li ser wezîfeya xwe bimînin. Piştre derket holê ku sedemeke din a xwedîderketina li polîsê kujer Klaûs B. heye. Sala 2006’an, Sabine Thurau polîs Klaûs B. îqna kiribû ku têkildarî amîrekî din ê polîsan îfadeya derewîn bide. Yanî midura polîsan Thurau li dadgehê deynê Klaûs dabû. 


 ANF / BERLÎN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.