Li Amedê bikaranîna tiryakê her ku diçe zêde dibe. Hêjmara zarok û ciwanên betal ku tiryakê bikar tînin her ku diçe zêde dibin. Di salên dawî de li her kuçe û kolanê mirov dikare bi hêsanî tiryakan bibîne. Bi taybetî li qada Batıkent, kolanên navçeyên Sur û Rezan zarok û ciwanên ku aşkere tiryakê bikar tînin her ku diçe hêjmara wan zêde dibe. Li gel zarok û ciwanên ku êdî aşkere tiryakê bikar tînin, diziyê dikin û fihûşê dikin zêde dibin jî polîsên vê yekê dibînin tenê tameşe dikin. Polîsên ku dema du zarok li hev kom dibin û tev li çalakiyê dibin agno kevirekî davêjin wan binçav dikin û dişînin girtîgehan, li hemberî tiryak, dizî û fihûqê bêdeng dimînin. Ev pêkanîn fikara "Dewlet li Amedê polîtîkaya ciwanan têxe nava tora tiryak û fihişê" pêş dike" tîne hiş û ramanan. Li gorî daneyên Midûriyeta Polîsan a Amedê di sala 2011'an de li Amedê 6 mehên ewil 36, di 6 mehên ewil yên sala 2012'an de jî 59 zarok tev li karê tiryakê bûne û der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Ev daeyên di nava 2 salên dawî de ast û rêjeya tiryakê ya di nava ciwanên Amedê de nîşan dide. Gelek ciwanên ku tev li karê tiryakê dibin ji ber pirsgirêkên civakî û aborî û lîstikên polîsan tev li karê tiryakê dibin.
Zarokê bi navê G.T. ê 17 salî ku tev li karê tiryakê bûye diyar kir ku polîs jî tev li karê tiryakê dibin û bi çavdêrî û piştgiriya polîsan ev karê tiryakê tê kirin. G.T., diyar kir ku hêj 11 kalî bû tev li karê tiryakê bû û wiha got: "Ez niha 17 salî me, Min di salên 2006'an de dest bi karê tiryakê kir. Di sala 2006'an de serhildana dest pê kir. Dê demê bi torbeyan esrar dihat belavkirin. Wê demê em ji navê esrarê ditirsiyan. Dema me û hevalê xwe esrar dit me got em çi bikin, em jî pêxin? Wê demê me nizanibûbû bipêça û pêxin. Wê demê me bi bi derdîlkên kutuyên dew yên alemûnyûm dipêça me dest bi kijandina çiqarê dikir. Her kesî digot polîsên sivîl bi maşîneyan li nava kolanan digerin û bi torbeyan davêjin kolanê. Ji bo ku ciwan esrarê bikişinînin polîsan torbe li nava kolanan davêtin û diçûn.
Piştî bû tiryak dest bi diziyê kir
G.T., anî ziman ku rewşa malbata wî ya aborî nebaş bû û piştî di sala 2006'an de dest bi tiryakê kir û pêve hat girêdan êdî nikarîbû dest jê berde û ji bo ku tiryakê bi dest bixe dest bi diziyê kir. G.T. anî ziman ku nêzî 6 salin tiryakê bikar tîne û wiha got: "Piştî ez bûm tiryakê esrarê ji bo ku ez tiryakê bi dest bixim min dest bi diziyê kir. Min ewil li temta Suriçî dest bi tiryakê kir. Dema min dest pê kir, min fam nedikir tiryak çiye û zerara wê çiye. Dema min dest bi esrarê kir, tama wê bi min xweş bû. Piştî ez bûm tiryak û demek derbas bû ez ji jiyanê sar bûm. Ez êdî bi tiryakê têr û tatmîn nebûm. Min dest bi tiryakên wekî din kir. Min dest bi heban kir. Min Balî kişand. Dema min balî dikişand perdeyek diket ber çavên min û ez ji ser hişê xwe diçûm. Li Seyrantepe pirayek hebû. Dema min balî kişand û di ser pirayê re derbas bûm, ez ji pirayê ketim xwar. Lê ji ber ku ez dewix bûbûm min qet êş hîs nekir."
G.T., anî ziman ku niha jî her tim li nava zeviyê tiryakê bikar tîne û li gel her tim polîs tên nava zeviyê jî dengê xwe nakin. G.T. anî ziman ku polîsên tên cem wan ji wan re dibêjin "Ciwano hûn çi dikin? û ew jî ji polîsan re dibêjin "Abî em esrarê dikişînin." lê polîs dîsa jî tiştekî nakin û diçin û wiha got: "Polîs ji bo ku em esrarê dikişînin tiştekî ji mere nabêjin. Heta niha ji ber kişandina esrarê polîsan der barê min de tu karê zagonî nekiriye. Dema em ji polisan re dibêjin 'Abî çima hûn tiştekî bi tiryakêşan nakin' an jî 'Hûn çiwa wan serbest berdidin? dipirsin. Polîs dibêjin tev li karê me nebin. Li Amedê bikaranina tiryakê gelek zêde ye. Li gelek tax û kolanan aşkere tiryak tê bikar anîn. Li bajarên rojava polîs toveki esrarê bigirin dê fermanê rakin. Lê li vir nîv kîlo esrar jî li ser me bigirin dê bi ser de xelatê jî bidin. "
'Fihûşê û diziyê bike, lê siyasetê neke'
G.T., destnîşan kir ku rojên mîtîng û girtina kepengan, polîs tê cem wan û ji wan re dibêjin "Ciwanno qet xwe aciz nekin. Ji bo ku em tev li çalakiyan nebin û tev li mîtîngan nebin polîs tên cem me tiryakê bi mere dikişînin. Ez carekê li navçeya Suriçî bi 10 torbe esrarê hatim girtin. Lê polîsan tenê got "Tu dê çi bike ji vê esrarê?' û dest min neda. Ji min re got "Tema here tu çi dike bike, fihûşê bike diziyê bike, lê keviran navêje. Tu kevir bavêje û ez rastî te bêm ez te efo nakim' û ez berdam. "
G.T., anî ziman ku polîs bi zanebûn destûrê dide wan û dixwaze ev tiryak di nava ciwanan û civakê de belav bibe û wiha got: "Li herêmê her ku diçe esrar belav dibe Polîs cihê esrar lê tê çandin jî zane, cihê esrar lê tê firotin û kesên esrarê bikar tîne jî zane. Lê dengê xwe nake."
G.T., anî ziman ku polîs ji bo kesên tiryakê û esrarê diçîne dibêje "Kenevir giha ye guhenê wê tune" nêzîk dibe û ji bo wan tu karên zagonî nake. G.T., da zakîn ku polîs dixwazen mejiyê hemû ciwanan bi tiryakê zuha bike û naxwazin ku fêdeya ciwanan li civakê û miletê wî bibe. Niha ciwanên ku tev li karê tiryakê dibin êdî mejiyê wan çûye û tu fêda wan li kesî nabe."
DÎHA/AMED