Polîsên Tirk doh bi ser bûroya Ajansa Jinan JIN NEWS’ê ya Bexlar Amedê de girt. Şevê din saet 00.00’an polîs çûne bûroyê, ji bo ku kes li bûroyê nebûye vegeriyane.

Doh saet çarê sibehê polîsan dîsa bi ser bûroyê de girt. Derî şikandin û ketin hundirê bûroyê. Hemû ode ser û bin kirin.Polîsan dest li ser kompîtirên ajansê danîn. Nayê zanîn bê ka bi çi sedemê bi ser bûroyê de girtine. Parêzerên ajansê derbarê mijarê wê gilih li dozgeriyê bike.

AMED