Cenazeyê endama HPG’ê Halîme Gunduz a 3 sal berê li Dersimê şehîd bû û li Goristana Bêkesan hatibû veşartin, hat wergirtin. Polîsan destûr neda ku malbat û gel cenaze bibin mizgeftê û nimêja cenaze bikin.

Endama HPG’ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) di mijdara 2016’an de li Dersimê di şer de şehîd bû. Polîsan cenazeyê Gunduz li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. Malbata Gunduz ji bo wergirtina cenaze testa DNA’yê da Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Nimûneya xwînê ya DNA’yê piştî 2 salan bi encam bû. Li ser vê yekê malbat çû Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan wergirt. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê û bi şev di dorpêça polîsan de veşart.

Destûr nedan nimêja cenaze 

Polîsan bi maşîneyên zirxî dor li goristanê girtin. Polîsan ji bilî 15 kesên xizmên Gunduz destûr neda merasîma cenaze pêk bê. Malbatê xwest cenaze bibin mizgefta goristanê û nimêja cenaze bikin. Malbatê da zanîn ku polîsan nimêja cenaze asteng kiriye. Serdanên sersaxiyê ya Gunduz li Mala Şînê ya Farqîniyan tê qebûlkirin.

 

 MA/AMED