Bi sedan kesên bi dehan wesayîtan ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê derketin rê di nav de jinên Serêkaniya binxetê jî hene ji bo tevlî li hev hatina jinan a li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a BDP'ê ve bi slogana "Roja li Amarayê hildide dê Rojava azad bike" tê lidarxistin bibin rastî astengiya polîsan hatin. Di ketina navçeyê de li herêma Kepezê girse ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin rawestandin û bi hinceta jinên ji Serêkaniya binxetê koçî Serêkaniya serxetê bûne nasnameyên wan tunene 3 saetan hatin rawestandin û ji wesayîtan re ceza hatin birîn. Serokê BDP'a Serêkaniyê Huznî Kilinç, bi gotinên; "Çete li hemû navçe û navenda Rihayê bê pirsgirêk digerin lê ji bo me mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin em tên astengkirin" bertekên xwe anîn ziman.
Welatiyên ji bo tevlî bernameyê bibin derketin rê diyar kirin ku heke çûna wan bê astengkirin dê rê li trafîkê bigirin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Piştî 3 saetan polîsan destûra girseyê da û girse ber bi Wêranşarê ve çû.
Dema rojnameya me çu çapê di derbarê mitîngê de tu agahiyên din negihîştibû ber destê me.
DÎHA/RIHA