
Di çalakiya rûniştinê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê de, polîsên Fransayê provakasyona faşîstekî Tirk kire hincet û êrîşî gel kir.
Faşîstên Tirk doh piştî nîvrojê saet teqrîben 14:00’an heqaret li çalakgerên li pêşiya Parlamentoya Ewrûpayê (PE) di çalakiya rûniştnê de kirin. Hate zanîn ku polîs li dijî faşîstên ku bi wesayîtekê hatin, bêdeng bûne.
Polîsên Fransa ku li dijî tehrîkên faşîstan bêdeng man, êrîşî çalakgerên Kurd ên ku dixwestin faşîstan ji qadê dûr bixin, kirin.
Li ser nerazîbûna girseyê, polîsan gaza îsotê bi kar anî û êrîş kir. Hate zanîn ku di dema êrîşa polîsan de rojnamevanek jî di nav de gelek kes hatin derb kirin. Herî kêm 7 kes bi çop û gaza îsotê ya polîsan birîndar bûn.
Li aliyê din, agahî hate dayîn ku di êrîşê de 5 kes hatine binçavkirin.
Li cihê bûyerê polês hene û dema nûçeya me dihat amadekirin aloziyê dewam dikir.
STRASBOURG