Li Amedê, polîsan ciwanekî ku li parkê rûniştibû kuşt. Doh nêzî Sumerpark a li Yenîşehîra Amedê, saet li dora 4’an polîsan ciwanê bi navê Recep Hantaş ê 20 salî bi sîlehê qetil kir. Tê gotin, wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn li parkê rûniştibûn, polîsan bi sîlehê bera serê Recep Hantaş daye. Recep Hantaş  li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Cenazeyê Recep Hantaş, doh danê nîvro li Goristna Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Polîsan, nehişt ku ji xeynî malbatê kesekî din têkeve goristanê, û têketin û derketina goristanê girtin. Hat zanîn ku wê taziyeya Recep Hantaş li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî bibe.

Birayê Recep Hantaş, Efe Hantaş li ser meseleyê got, wî li nexweşxaneyê cenazeyê birayê xwe teşxîs kiriye: “Gotin îxbarek ji wan re hatiye. Birayê min ê rehmetî li Sumerparkê bi hevalekî xwe re rûniştîbûye. Ji ber îxbarê operasyon hatiye kirin.’’

Hantaş got polîsan negotiye ka operasyoneke çawa ye, şer çêbûye yan na û wiha dewam kir: ‘’Li gel ku ti çek li ser birayê min nebûye jî’’ ew ji operasyoneke wiha şaş mane.

Recep Hantaş berê ji birayê xwe re gotiye, polîsan timî ew tacîz dikir: ‘’Polîsan timî li GBT’ya (Sehkirina Giştî ya Agahiyan) wî dinihêrî û digotiyê, ‘’hûn terorîst in’’ û tim birayê min tehrîq dikirin. Bi gotinên, ‘tiştên siyasî nekin, diziyê bikin’ tim zext û zordarî lê dikirin.”

Hat ragihandin ku ciwanê li cem Recep Hantaş ku navê wî nehat zanîn hatiye destgîrkirin. Polîsan ji malbata Recep Hantaş re gotiye, kesê li cem Recep “navê wî di lîsteya terorê de ye”. Axir ya li Amedê doh berê sibehê qewimî, li welatên dagirkirî diqewime: dagirkeran li Amedê ciwanekî Kurd bê dadgeh qetil kir.

 

MA-ANF / AMED