Li bakurê bendera Channel (deryaya di navbera Ingilistan û Fransayê de) polîsê Fransayê wergeheke mezin a penaberan ji hev belav kir. Li wargeha nêzî Bendera Dunkirk qederê hezar kesî hebûn. Piştî ku dadgehê biryara valakirina wargehê da, doh sibehî polîsan bi ser wargehê de girt. Li vê wargehê pirraniya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê 170 kes jî hebûn ku li bendê bûn keysa xwe lê bînin û biçin Ingilîstanê. Li wargehê bi temamî bêhtirî 800 kesî hebûn ku di konan de diman.
Devera ku jê re Grande-Synthe dibêjin, ji mêj e ku her Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ber bi xwe ve dikişîne, ji bo ku derbasî Ingilîstanê bibin. Polîsan jî di nava çend salên dawiyê de wargehên li van deveran ji hev bela kirine.
Polîsê Fransayê ji sala 2016´an ve siyaseta pêşîgirtina li avakirina wargehan demeşînin. Hingê wargeheke mezin a nêzî bendera Calais nêzî heman deverê hebû û kesên tê de jî qederê 10 hezar kesan bûn.
Ji ber ku polîs van kampan ji hev bela dike, gelek kes şêveder dimînin û di nava van de malbatên bi zarok jî hene. Ji ber wê jî komên parastina mafê mirovan vê siyaseta Fransayê bi tundî rexne û rûreş dikin.
Sedema sereke ya vê kirina Fransayê jî diyar e ku zextên ji Ingilîstanê ne. Heftiya bihurî bêhtirî 90 kesî bi şeş botên plastîk ji Derya Mancheê derbasî Ingilîstanê bûbin û gelek ji wan jî Kurdên ji Başûr û Bakur bûn.
CALAIS