Skandaleke din di nava polîsê Elman de da der. Polîsekî pilebilind ê teşkîlata polîs a eyaleta Berlînê nav û navnîşanên muxalifên rejîma Tirk daye endamekî MÎT´ê.  Ji senatoya Berlînê jî lêpirsîna derbarê mijarê de hat erêkirin.

Ev çend roj e skandalên elaqedarî xebatên MÎT´a Tirk û îstîxbarata Elman li pey hev, bi destê çapemeniya Elman eşkere dibin. Doh jî derket holê ku polîsekî li Midûriyeta Polsîan a Berlînê wezîfedar ji MÎT’a Tirk re dixebite. Li gorî agahiyên di rojnameya Der Tagesspiegelê de belavbûyî, polîsê ji MÎT´ê re dixebite, dema ku agahî didan Sefareta Tirk, li ser sûc hatiye girtin.

Rojnameya ‘Der Tagesspiegel’ê ragihand ku  li ser polîsekî ku di Midûriyeta Polîs a Berlînê de, yê ku ji îstîxbarata Tirk re dixebitî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hat zanîn ku ev polîsê hanê, yekî  payebilind e û li Berlînê derbarê muxalifên Erdogan de agahiyan dide hev û van agahiyan dide Sefareta Tirk. Li gorî agahiyên di rojnameya navbirî de tîmên lêpirsînê yên Elman ev polîsê nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, dişopandin, bûyera sîxûriyê bi belge kirine.

Lêpirsîn veşartî ye agahî belav dibin

Lêpirsîna dozgeriya  Berlînê veşartî ye, lê dîsa jî diyar bû, kesê ku polîsê sîxûr agahiyan didiyê jî endamekî MÎT’ê ye ku bi nasnameya dîplomatan digere. Piştî ku ev skandal derkete holê, Wezareta Karê Navxwe ya Berlînê daxuyaniyek kurt da û got, “Haya me ji îdîayên derbarê polîs de heye. Lê ez ê agahiyan nedim ji bo silametiya lêpirsîna birêve diçe.”

Li gorî agahiyên belavbûyî, vî sîxurî agahiyên mîna, nav û navnîşanên muxalifên rejîma Tirk dane endamê MÎT´ê.

Polîsê Berlînê jî li ser mijarê di ser hesabê xwe yê Twitterê re peyamek da û got, “heger lêpirsîna dozgeriyê sûc piştrast bike, hingê ne ku tenê wezîfe xirab hatiye bikaranîn, lê di heman demê de sûcekî giran jî hatiye kirin. Zirara ku yek kesî rê li ber vekirî jî wê nikaribe berepaş bê zivirandin.”

Beriya serdana Erdogan skandal her hene

Wezîrê Karê Navxwe Andreas Geisel, têkilî lêpirsînê bi berfirehî agahî nedan. Balkêş e ku lêpirsîna ku ev demeke didomiya, beriya serdana Erdogan di çapemeniyê de belav bû.

Bi heman rengî beriya niha bernameya Frontal 21´ê derxistibû holê ku bi awayekî skandal, sîxurekî Îstîxbarata Navxwe ya Elman zarokeke 16 salî şandiye nav refên DAIŞ´ê, çawa ku doh me di rojnameya xwe de bi berfirehî behsa wê kir.

Beriya wê jî derketibû holê ku bi sepaneke telefonên destan giliyên Kurd û Tirkên li Elmanyayê hatiye kirin, tevî ku ev qanûnên serweriya Elmanyayê û mafên bingehî yên welatiyên Elmanya û şêniyên vî welatî binpê dike.

Jixwe nûçeyên li ser bazarên qirêj ên ji bo berdana rojnamevanê Erdogan ew dîlgirtî Deniz Yucel jî hêdî hêdî tên belavkirin ku dibêjin, di berdêla berdana Yucel de Elmanyayê dest bi modernîzekirina tankên Leopard ên Tirkiyeyê kiriye.

Çima niha ev skandal hemû belav dibin, çi tesîra wan wê li serdana Erdogan û hevdîtinên wî bi rayedarên Elman re bibe, di van du-sê rojên pêşiya me wê eşkere bibe.

 

BERLÎN